Şehîdê QSD‘ê Ehmed Ziyab li Til Temirê spartin axê

Bi sedan welatiyên navçeya Til Temir cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Ziyab bi nasnav Botan li bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeyê spartin axê.

Sedan welatiyên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê şervanê QSD`ê Ehmed Ziyab (Botan) ê di dîroka 16`ê Hezîranê de dema ku bi erka xwe leşkerî radibû şehîd bû, li Goristana şehîdan a navçeyê spartin axê.

Bi deqeyek rêzgirtina leşkerî merasîm destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Silêman Nûh, li ser navê QSD`ê Ziyad Kurdî axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Axaftvanan soza dewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dan.

Her wiha birayê şehîd Botan, Bedran Mihemed axivî û diyar kir ku bi şehîdbûna kekê xwe serbilind e, da xuyakirin heta dawî wê li ser rêya wî bimeşin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Botan bi dirûşman ve spartin axê.