Şehîdê QSD’ê Ebû Qasim li Tebqayê veşartin

Bi sedan şêniyên Tebqa û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Yesîn El-Elî (Ebû Qasim) yê ku li Reqayê dema erka xwe ya le leşkerî pêk dianî şehîd bû, veşartin.

Şêniyên Tebqa û gundewarê, di nav de endamên saziyên sivîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber Nexweşxaneya Tebqa ya Watanî kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyê şehîd Yesîn El-Elî (Ebû Qasim) bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a li rojavayî bajêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji hêla şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ve destpê kir.

Piştre bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Tebqayê şêx Hamid El-Ebid El-Rehman El-Ferec, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermandara YPJ`ê Roj Tebqa axaftin hatin kirin.

Axaftvanan anîn ziman ku xwîna şehîdên ku jiyana azad û aştî ava kirine û ewlehiya welêt peyda kirine pîroz e. Her wiha destnîşan kirin ku heta pêkanîna armancên şehîdan wê şopdarên rêyên wan bin û heya qewirandina çeteyan ji tevahiya Sûriyê wê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.

Piştî axaftinan endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatme El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî bavê wî kir.

Paşê hevalên şehîd cenazeyê şehîd Yesîn spartin axê.