Şehîdê QSD’ê Ebdulezîz Mehmûd li Reqayê veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD‘ê şehîd Moro Reqa li Goristana Şehîdan a Reqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Reqa û endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebdulezîz Mehmûd (Moro Reqa) li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiye li bakurê Reqayê veşartin.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokarîk ve destpê kir. Piştre bi navên Rêveberiya Jin a Reqayê endama rêveber Zelîxe Ebdî û Meclîsa Leşkerî ya Reqayê fermandar Xelef Reqa axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û fedekariyên şehîdan bibîr xistin.

Di axaftinan de bang li tevahiya rêxistinên mirovî, civakên navneteweyî û hikûmeta Sûriyê kirin ku êrîşa Tirkiyê ya hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biseknînin û nahêlibin ti dagirkerî derbasî axa Sûriyê bibe.

Di dewama axaftinan de soza şopandina rêya şehîdên azadiyê û fedekariya ji bo rizgarkirina vê axê û jiyana bi rûmet dan.

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîne Mihemed nasnameya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiye di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîd re veşartin.