Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Wawî spartin axê

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mehmûd El-Wawî li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê.

Şêniyên Minbicê cezaneyê şehîd Mehmûd El-Wawî ji pêş Nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê ve ketin rê.

Di merasîmê de şêniyên Minbic, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Minbic û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê amade bûn.

Li goristanê li gel deqeya rêzgirtinê Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîmeke leşkerî lidar xist.

Piştre endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cîhan Mistefa axivî û wiha got: "Em serxasiya malbata şehîd Mehmûd dixwazin. Şehîd ji bo parastina xak û gelê canê xwe didin û em soz didin ku rêya wan heta pêkanîna armancên wan bişopînin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Hesna El-Zahir li ser navê meclîsa axivî û wiha anî ziman: "Em kesên canê xwe di oxira em bi ewlehî û aştî bijî de daye, silav dikim û em soz didin şehîdan ku parastina destkeftiyên we bikin û rêya we bişopînin."

Piştre Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî wiha got: "Em ji gelê Minbic, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku em şêniyên vî welatî ne û em ê xwedî li biratiya gelan derkevin û bi saya van şehîdan di nava azadî, ewlehî û aştiyê de ne."

Piştî axaftinan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir û piştre şehîd di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.