Şehîdê Erka Xweparastinê Sitêf hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Enes Sitêf, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û navçeyên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Enes Sitêf ê ku 2'ê Cotmehê li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Emar Mûsa axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, “Xwîna pêkhateyên Kurd, Ereb û Sûriyan li ber vê xakê re tevlî hev bû û biratiya gelan, jiyana hevbeş sepandin û felsefeya neteweya demokratîk pêk anîn.”

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hevalên şehîd ên şervan cenazeyê hevalê xwe li ber tîlîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.