Şehîdê Diyar Xelîl bi merasîmekê li Kobanê spartin axê

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeya şervanê YPG` Diyar Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Cenazeyê şervanê YPG`ê Diyar Xelîl (Diyar) ê ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, piştre Hevserokê Desteya Xweparastin Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got : “Şehîd Diyar soza dayî gelê xwe pêk anî. Em bi ked û xwîna şehîdan gihiştin van rojan. Em soza şopandina rêya wan didin.

Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Agirî jî bal kişand ser rola ciwanan a nava şoreş ê û got: "Ev şoreş bi ciwana destpê kir û wê bi ciwana jî serbikeve. Mînaka me herî mezin ew e ku şehîd Diyar canê xwe ji bo gel da. Şehîd Diyar hevalekî pir bi moral bû, em ê bi saya van şehîdan bi serbikevin û her tim şopdarê rêya kesên weke heval Diyar bin."

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û got: "Em bi saya xwîna van pekrewanan li ser vê axê dijîn.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Diyar bi dirûşiman ve spartin axê.