Şehîdê Berxwedana Rûmetê Dilşêr spartin axê

Bi amadebûna sedan kesî cenazeye şehîdê Berxwedana Rûmetê Ehmed El Bikeyir (Dilşêr) li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê şêhîd Ehmed El-Bikeyir (Dilşêr) ku di Berxwedana Rûmetê de şêhîd bûbû bi merasimeke girseyî li Goristana Şêhîdan a Til Temirê spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê wergirt û ber bi goristanê ve katin rê. Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî û gel destpê kirin.

Endamê Rêveberiya PYD’ê ya Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Ev axa pîroz bi xwîna şehîdan hatiye avdan û wê armancên dagirkeran bi xwîna şehîdan têk diçin.”

Yek ji fermandarên QSD’ê Hogir Felek soza pêkanîna tolhildanê da û got: “Dijminê hov ku gelê me dike hedef li dijî êrişên wan di çarçoveya parastina rewa de, me gelê xwe parast. Me soz daye gelê xwe ku em ji bo parastina ax û gelê xwe bibin mertal û fedayî. Heger êrişek li ser gelê me de bê kirin dîsa em ê di çepêrên herî pêş de cihê xwe bigrin. Em vînê ji şehîd û rêhevalên xwe yên berxwedêr digrin.”

Bavê şehîd Ehmed El-Bikeyir, Abdullah El-Bikeyîr jî di merasîma lawê xwe de ev tişt anî ziman: “Ez bi lawê xwe serbilind im ku ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da. Şehîdên me rêya me ronî dikin.”

Piştî axatinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd Ehmed El-Bikeyir bi tililiyên dayikan spartin axê.