Şehîd Xalid Hemûd li Serêkaniyê spartin axê

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê yê girêdayî Kantona Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Hemûd ê ku di 6‘ê Tebaxê 2019’an de li Dêra Zorê di dema li ser erka xwe şehîd bûbû, spartin axê

Cenazeyê şehîd Xalid Hemûd ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê hate girtin û bi peyatî berê xwe da Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ya li bajêr.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji hêla YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr Abdulrezaq Mihemed û bi navê hêzên leşkerî birpirsê Têkiliyan ê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd xwest û îşaret pê kir ku dewlet Tirk nikare ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û ev hate gotin:"Gelên herêmê bi saya zend û israra ciwanan, her wiha bi keda hêzên leşkerî û malbatên şehîdan wê gefên dagirkeran têk bibin."

Kesên axivîn soza şopandina rêça şehîd heta serkeftin û pêkanîna daxwazên têkoşer û şehîdan dan.

Piştre jî nasnameya şehîda Xalid Hemûd ji hêla endamê Hêzên Erka Xweparatinê ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenzayê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmên silavkirina şehîdan de spartin axê.