Şehîd Selama li Tebqayê spartin axê
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Selama (Nemir Tebqawî) yê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Tebqayê bi merasîmekê spartin axê.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Selama (Nemir Tebqawî) yê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Tebqayê bi merasîmekê spartin axê.
Şervanê MeclÎsa Leşkerî ya Tebqayê Mihemed Selama (Nemir Tebqawî) di 14‘ê Çileya 2020’an de di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.
Cenazeyê şehîd Mihemed Selama ji aliyê şêniyên Tebqayê ve bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin. Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê wergirt û ber bi goristanê ve ketin rê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD‘ê destpê kir. Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Hamid Ebdulrehman axivî û rola şehîdan a avakirina jiyaneke azad û birûmet destnîşan kir. Ebdulrehman bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê û Lîbyayê û got dewleta Tirk navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ bi kar tîne da ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne.
Di berdewama merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîna Ebdulrezaq jî axivî. Emîna îşaret bi wê kir ku berxwedana QSD‘ê wê her tim zindî be, xwîna şehîdan a pîroz azadiyê ji bo gelên bindest tîne.
Piştî axaftinan berpirsa Komîteya Hevjînên Şehîdan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foza Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Piştre girseyê nimêja cenaze kir û di nava dirûşmên "Şehîd namirin" de cenaze spartin axê.