Şehîd Reşo û Eksî hatin oxirkirin

Cenazeyên şehîdên QSD'ê Eqîl Reşo û Yasîn Eksî bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin definkirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê û gundewarên wê cenazeyên şervanên QSD'ê Eqîl Reşo (Fedekar Kurdistan) û Yasîn Eksî (Diyar Kesk) yên ku 13'ê Kanûna 2021'an di encama êrîşên dagirkeriyê yên li ser bakurê Til Temirê de gihaştin asta şehadetê, bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Şêniyan cenaze ji ber nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan rêz hate girtin. Di meresimê de Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya dêrikê Ebdurehman Xêrkê axivî.

BÊBEXTIYA PDK‘Ê

Xêrkê, di destpêka axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên wan dan. Xêrkê di berdewama axaftina xwe de bal kişan li ser bêbextiya PDK’ê û got: “Em bêbextiya PDK’ê ya li dijî gelê Kurd bi tundî şermezar dikin. Divê demildest cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan bikin.“

Li ser navê Meclîsa Dêrikê Şiyar Efrîn jî axivî û bal kişand li ser girîngiya qonaxa niha bi taybet di dema êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên berdewam dike de.

‘WÊ ÇEKA ŞEHÎD LI ERDÊ NEMÎNE‘

Piştre xalê şehîd Fedekar Kurdistan, Ebdulmecîd Mihemed axivî û soza ku wê li ser şopa şehîdan bimeşe û ji bo pêkanîna xeyalên şehîd ya azadiyê dê çeka wî hilgire da.

Piştrî axaftinan Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê belgeya şehadetê radestî malbatên her du şehîdan kir.

Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin definkirin.