Şehîd Nehîr li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nasim Selman Nehîr ê li Til Temirê şehîd bû, li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê.

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nasim Selman Nehîr ê li Til Temirê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmekê spartin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî Hevserokê Komîteya Karê Derve yê Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Bereket bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got: “Ji bo parastina bi destketiyên pêkhateyên herêmê hatine bidestxistin bên parastinê wê têkoşîn bidome.” Her wiha Bereket bal kişand ser bêdengiya NY, Rûsya û hêzên koalisyona navneteweyî û diyar kir ku ev êrîş li ser lihevkirina van hêzna pêk hatiye.

Birayê Şehîd NAmis Izedîn Selman jî axivî û diyar kir ku ji roja yekem a kekê wî tevlî têkoşînê bûye heta roja dawî tim di nava berxwedaneke dîrokî de bû.

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwend û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.