Şehîd Hesen li Şehbayê bi merasîmekê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şehîdê Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê Mihemed Hesen (Demhat Efrîn) bi merasîmekê spartin axê.

Di merasîmê de bi sedan şênî tevî nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî amade bûn. Beşdaran wêneyên YPG û YPJ`ê û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê rakirin.

Karwanê şêniyan ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê, bi stranên piştgiriya Berxwedana Serdemê bi rê ket.

Merasîmê li Goristana Şehîdan a li navçeya Ehresê, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Şaziye Hesen û Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Kantona Şehbayê Wefaa Hisên axivîn.

Axaftvanan şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest û gotin: "şehîdan bi xwîna xwe rêya azadiyê li pêşiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye”.

Di axaftinan de destnîşan kirin ku pêvajoya ew têre derbas dibin û dijberiya cîhanê li dijî fikr û îradeya azad û demokratîk li herêmê, fedakariyê ji bo gihandina azadiyê dixwaze.

Piştre nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd ji aliyê heval û malbata wî ve li Goristana Şehîdan a li navçeya Ehresê hate veşartin.