BI DÎMEN

Şehîd Ferhan Hacî hate oxirkirin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Ferhan Hacî bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin û kesên beşdarî merasîmê bûn tekez kirin ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe têbikoşîn.

Şehîd Ferhan Hacî ji ber nexweşiya xwe di 16’ê Sibatê de şehîd bû. Cenazeyê Havî li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke girseyî û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hate veşartin.

Di merasimê de gelê Qamişlo, Kongra Îslama Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziyên Civaka Sivil, Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) û Kongra Star amade bûn.  Kesên ku beşdarî merasîmê bûn bi Karwanê Şehîd Ferhan Hacî re ji Taxa Enteriyêyê heya ber bi Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselûnê meşiyan. Bi dirûşmeya “Şehîd Namirin“ cenazeyê Şehîd derbasî Şehîdgehê kirin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina li ser giyanê şehîdan re hate destpêkirin.  

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mihemed Cîlika axifî û got: “Di roja me ya îro de em bi saya şehîdan gihiştine vê asta serkeftinê. Her wiha em hêz û berxwedaniya xwe ji şehîdên xwe digirin. Tu kes êdî nikare îradeya me bişkîne ji ber ku gelê Kurd xwedî şehîd in. Di dawîyê de jî em dibêjin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe têbikoşîn û berxwedaniyê bidomînin.” 

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk Mihemed Xerzî li ser tekoşîna şehîdan wiha axivî: “Kongra Îslama Demokratîk li hemberî her fikrên neaştîxwaz û li hemberî kiryarên nebaş ên li ser navê Îslamiyetê  tên kirin, ava bûye. Em ê her dem piştevaniya hêzên xwe bikin ji ber ku em neteweyeke demokrat û aştîxwaz in. Dijmin êrîşî li hemû  binesaziyan dike ku gelê li herêmê têk bibe lê belê em tu carî têk naçin û em ê her dem li xwîna şehîdên xwe xwedî derkevin. Di dawiyê de jî em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin.’’

Di merasîmê de keça Şehîd Ferhan Hacî, Rebah Hacî jî axivî û got: “Bavê min Ferhan her tim ji bo gelê xwe kar kir û ez bawer im keda şehidên me wê tim bi me re zindî bimîne. Di serî de ez û malbata xwe em ê tim li ser xeta  şehîdên xwe bin. Ji ber ku em tevlî Saziya Malbatên Şehîdên bûne, em pir serbilind in û dubare dibêjim ku şehîd namirin.’’ 

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û ji malbata wî re hate radestkirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên; ″Şehîd Namirin″ li Şehîdgehê hate veşartin.