Şehîd El-Xelef li Hesekê hate veşartin

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir El-Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şehîd Dijwar a Hesekê hate veşartin.

Li Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir El-Xelef ê ku li ser erka xwe şehîd bibû, bi merasîmekê hate veşartin. Gel cenaze li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîdan a Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Şêxa Xelîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fermandar Idrîs Hesekê got: "Mirov nikare gotin û hestên xwe li beramberî lehengiya şehîdan bîne ziman. Ji ber ku fedekariyên şehîdan li ser gotinan e. Tenê em dikarin soza xwe ya şopandina xeta wan heta pêkanîna armacên şoreşê nû bikin."

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Aya Keleş nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.