Şehîd El-Hesen bi merasîmekê veşartin

Li Minbicê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Miriî El-Hesen bi merasîmekê li Goristana Şehîdan veşartin.

Bi kombûna sedan şêniyên Minbicê ya li pêş Nexweşxaneya Firatê, cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Miriî El-Hesen ê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, girtin.

Karwanê darbesta şehîd ber bi Goristana Şehîdan bi rê ket û li wir bi deqeyek rêzgirtina leşkerî merasîmek hate kirin. Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Abdurehman Banewî axivî û diyar kir ku bajarê Minbicê lehengek din li baxçeyê şehîdan zêde kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Werde Ehmed axivî û got: "Şehîdan rêgezên ronahî û jiyana azad a birûmet nivîsandin, her wiha canê xwe di oxira rizgarkirina welat de ji qirêjiya terorê, da."

Di dewama merasîmê de serokê Desteya Kar û Barên Oldaran a Minbicê Elî Cimêlî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê destnîşan kir ku gelê ku van şehîdên qehreman diwelindîne, têk naçe. 

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşman veşartin.