Şehîd Ehmed Birak li Hesekê hate veşartin

Şervanê QSD’ê Ehmed Birak ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehîd bû. Birak li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê şehîdê QSD`ê Ehmed Birak li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşart.

Gel cenazeyê şehîd Ehmed Birak ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Dema ku karwan gihaşt goristanê deqeyekê rêz hate girtin, paşê ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate pêşandan. Piştî merasîma leşkerî yek ji endamên Meclisa Malbatê Şehîdan a kantona Hesekê Îbrahîm Hisên axivî û got: "Şehîdên me di oxira parastina welat û rûmetê de, şehîd bûne."

Paşê li ser navê QSD`ê Şiyar Hesekê axivî û Roja Şehîdan li şehîd Birak pîroz kir û soza şopadina hemû şehîdan da.

Di merasîma veşartinê de her wiha cîgirê hevserokatiya Meclîsa Kantona Hesekê Dawûd Hec Elî wiha got: "Da ku em jiyaneke demokratîk ava bikin, divê li ber xwe bidin û têbikoşin, da ku em jiyana ku gel û şehîdên me pê bang dikin ava bikin. "

Piştî bi dawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê yek ji endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hat xwendin û radestî malbatê kir.

Di vê derbarê de li ser navê malbata şehîd û serokê Partiya Muhafezekarên Demokratîk a Hesekê Ekrem Mehşûş axivî û got: "Em hemû malbatên şehîdan pîroz dikin û em dibêjin ku şehîdê me gihaşt karwanê şehîdên azadî, têkoşîn û biratiya gelan.”

Mehşûş di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Me pêngava têkbirina çeteyan di warê cografîk de bi dawî kir, lê fikra çeteyan hîn jî li herêmê heye, îro jî erk dikeve ser milê gel de ku li dijî fikirê tarî û şaneyên veşartî têbikoşin.”

Cenaze bi sloganên "Şehîd namirin" hate veşartin.