Şehîd Anter Dêrsim li ser gora xwe hat bibîranîn

Şehîd Anter Dêrsim di çilrojiya şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şehîd Anter Dêrsim (Kazim Ergun) di çilrojiya şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Şoreşgerê Kurd Anter Dêrsim di 11'ê Mijdarê de ji ber qeyrana dil, şehîd bûbû. Dêrsim di nava Tevgera Azadiya Kurd de xwedî kedek mezin bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa cihê xwe di nav têkoşînê de girt.

Bi boneya çilrojiya şehadeta wî, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmê bîranîna li ser gora wî ya li goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar xist. Bi dehan şênî, di nav de malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser di bîranînê de amade bûn. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Hêvî Seyid axivî. Seyîd, di despêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji gelê Kurdistanê û malbata şehîd Anter re xwest. Seyîd anî ziman ku bi gotinan têkoşîn û berxwedana şehîd Anter Dêrsim nayê vegotin û got: “Şehîd Anter Dêrsim têkoşerekî fedayî bû û ji bo Kurdistanê têkoşiya.“

Piştre Hevserokê Meclîsa PYD'ê ya Qamişlo Mesûd Dawud ji axivî û got: "Şehîd Anter pêşengê têkoşîna gelê Kurdistanî bû, şehadeta wî ji bo me windahiyeke mezin e. Ji ber ku em her tim hewcedarî kesayetên têkoşer, şoreşger û berxwedêr mîna Anter in.“

Di bîranînê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif diyar kir ku şehîd Anter ji bo belavkirina fikirê projeya neteweya demokratîk têkoşiye heta ku gihaşt asta şehadetê.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.