Şehîd Agir Efrîn hate oxirkirin

Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Agir Efrîn bi meresimekî heybet oxir kir.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Ebdurehman (Agir Efrîn) ê ku di 23'yê Kanûnê de li Helebê şehîd bûbû, li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê ve re ketin rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê rêz hate girtin.

‘DÎROK ŞAHÎDÊ BÊBEXTIYA PDK’Ê YE‘

Di meresimê de Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Îbo bal kişand li ser berxwedana malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê û got: "83 roj in li ser çalakiya malbatên şehîdan ya bi banga wergirtina cenazeyên şehîdên xwe re derbas bûn. Lê PDK'ê di siyasetên xwe yên dijminane û bêbextiyê de berdewam e û qebûl nake ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike. Dîrokê şahîdî ji bêbextî û kiryarên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd re kiriye. Timî PDK’ê dagirker anîne li ser axa Kurdistanê û li dijî Kurdan êrîşên qirkirinê pêk anîn e.“

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN‘

Di berdewama axaftina xwe de Îbo, berxwedana gerîla silav kir û wiha pê de çû: “ Gelê Kurd û gerîla berxwedana xwe li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan didomînin. Em jî berxwedana xwe didomînin, heta ku herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Em ê têkoşîna xwe xurt û bilind bikin"

‘LI EFRÎNÊ SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN‘

Piştre, Hevseroka Gerînendeya Şûnwaran a Herêma Efrînê Esmehan Ehmed ji axivî û bal kişand li ser sûcên ku li Efrînê tên kirin. Ehmed anî ziman ku guhertina demografiya herêmê û xirabkirina xweza û şûnwaran.

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Avdar Elo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hate definkirin.