Şehîd Şaha Dêrik hate veşartin

Kadroya PKK’ê Şaha Dêrik ya ji ber nexweşiyekê şehîd bû li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hate veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Şaha Hisên (Şaha Dêrik) ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li merasîmê deqîqeyekê rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star Hêva Erebo sersaxî ji malbata şehîd Şaha û Tevgera Rizgariya Kurdistanê re xwest.

Hêva Erebo got: "Şehîd Şaha 30 sal di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de têkoşiye û mîraseke têkoşînê ji gelê xwe bi taybet ji jinan re hişt."

Di merasîmê de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo jî ev tişt diyar kir: "Şehîd Şaha mohra xwe li cem gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li cem şêniyên Efrînê û Şehbayê hişt ku bi giyanê wê yê têkoşer ve hatibûn girêdan."

Şîraz Hemo destnîşan kir ku şehîd Şaha di temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoşînê kir û bi giyanê jina pêşeng têkoşiya û xeta xwe ya têkoşînê bi şehadetê oxir kir.

Piştre peyama sersaxiyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hate xwendin. Di peyamê de hate gotin: "Her zarokek penaber li wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi saya şehîd Şaha fêrî zimanê dayikê bûn heta bûn şervan û gihiştin asta şehadetê. Em soz didin şehîd Şaha ku bi tevlêbûna bi dehan keç û xort nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê wê xeta wê ya têkoşînê her tim zindî be.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Şaha hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Malbatê soza şopandina xeta şehîdan da.

Cenazeyê şehîd Şaha di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate veşartin.