Şehîd Îsmaîl Hesen li Reqayê hate veşartin

Şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesen (Îsmaîl) yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû li bajaroka Hikûmî ya Reqayê hate veşartin.

Şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesen (Îsmaîl) yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû li bajaroka Hikûmî ya Reqayê hate veşartin.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Sûriye Demokratîk ve dest pê kir.

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Îman Mihemed û Rêveberiya Jin a Reqayê endama rêveber Fatme Îbrahîm axivîn.

Axaftvanan êrişên Tirkiyê yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Mihemed nasnameya şehîd xwend xwend û radestî malbatê kir. Her wiha nasnameya endama Heyva Sor a Kurd Medaya Îbrahîm ragihand a ku dema birîndarên li herêmên gundewarê Girê Spî derman dikir, şehîd bûye.

Piştre hevalên şehîd cenazeyê şehîd Îsmaîl di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.