Şaneyên MÎT'ê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê li xwe mikur hatin
Endamên çeteyên şaneyên veşartî yên îstîxbara Tirk ên li Reqayê ku ji hêla QSD'ê û YPG'ê ve hatin girtin li xwe mikur hatin.
Endamên çeteyên şaneyên veşartî yên îstîxbara Tirk ên li Reqayê ku ji hêla QSD'ê û YPG'ê ve hatin girtin li xwe mikur hatin.
Şaneyên veşartî yên bi ser îstîxbarata Tirk ve ku van rojên dawî li herêma Friatê bi operasyonên QSD'ê û YPG'ê hatin girtin, li xwe mikur hatin ku di serî de li dijî Kurdan, li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê çi êrîşên bombeyî kirine, çawa kincên QSD'yiyan li xwe kirine, mirov revandine, fîdye ji wan standine û çawa teqemeniyên ku ji Tirkiyê anîne anîne herêmê.
Dewleta Tirk ku li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi çeteyên mîna El Nusra û DAÎŞ'ê tiştek bi dest nexistî, niha jî bi rêya şaneyên veşartî, dixwaze Kurd û Ereban bera hev bide. Gelek endamên çete yên bi ser îstîxbara Tirk ve ku berê xwe dane kuştina rûspiyên herêmê, bi kincên QSD'ê û YPG'ê û hêzên parastina herêmê mirov revandin, fîdye ji wan xwestin û êşkence kirin, van rojên dawî hatin girtin.
Yek ji çeteyan Emmar Mihemed El Hadî li xwe mikur hat ku bi fermana kesê bi navê Ebû Nasir ê bi îstîxbarata Tirk re dişixule, li Reqayê şeş êrîş anîne, mirovek revandiye û êşkence lê kiriye. Xizmê çeteyê bi navê Ebû Nasir, Beşşar Evdilrezeq El Mehmûd jî li xwe mikur hat bê ka çilo cebilxane û çek ji Babê biriye Reqayê.
ENDAMÊ BERÊ EYÊ EL NUSRA
Emmar El Hadî ku dibêje destpêka şerê Sûriyê li Reqayê rêxistine bi navê Suxur El Cezîrê ava kiriye û piştre tevlî nav El Nûsra bûye, piştre diyar dike bi hatina DAÎŞ'ê re çûye Stenbolê. El Hadî dibêje li Stenbolê Esenyûtê nêzî 2 sal û 8 mehan karên cuda dike, wiha domand: ''Hevalekî min hebû ku çûbû Elmanya. Navê wî Ebûd bû. Bi rêya wî min jî xwest biçim Elmanyayê. Ebûd bi rêya Ebû Nasir xwe gihande min. Ez ne şaş bim kurxalê wî bû. Li Riha dijiya. Wê demê bi pereyan xwest ku li Sûriyê çalakiyan bikim.''
JI BO ÊRÎŞÊN DIJÎ KURDAN HATE PEYWIRDARKIRIN
Hadî got wî ev teklîf qebûl kiriye, jê re gotine êrîşan bêhtir wê li dijî Kurdan were kirin û domand, ''Nasir ez ji Ezazê birim Sûriyê û hatim Reqayê. Gotine tu yê êrîşan bibî ser Kurdan. Kesekî bi navê Beşar teqemenî ji min re anî. Serê êrîşê 3 hezar dolar dane min. Lê diviya ku min dîmenên êrîşêan jî bigirta.''
LI REQA SÊ TEQÎN HATE KIRIN
Hadî got li Reqayê 3 caran êrîşa teqemeniyê kiriye û her sê êrîşên wî jî hatine bêbandorkirin. Hadî got, ''Êrîşa pêşî min bire ser pira li Selehebiyê. Min dîmenên wê jî girtin lê tiştek bi kesî nehat. Êrîşa dî jî min xwest bibim ser pira li rojavayê Reqayê, lê teqemenî hate dîtin. Ya dî jî min li se rêya navendî ya Cemiliyê ya bajêr danîn. Lê zarokekî ev dît. Neteqiya. Min teqemenî li pireke dî jî danîn. Lê li wir wesayiteke leşekerî ew kire hedef. Wesayiteke bi ser koma Ebû Îsa bû.
PEYWIRA NÛ: REVANDINA MIROVAN Û FÎDYE
Hadî got ji bo her êrîşê li ser 3 hezar dolar li hev kiribûn lê tenê 800 dolar danê û got, her carê çeteyê bi navê Nasir jê xwestiye ku têcirê bi navê Cuma Evdile were revandin. Çeteyê bi navê Hadî got, ''Piştre Nasir karekî da me. Got pereyê bi navê Elî Silim li kesekî bi navê Cuma Evdile ne, ku li Reqa dimîne û xwest ku wî birevînim. Ez Elî Silim nas nakim lê dizanim ji îstîxbarat Tirk re dixebite. Nasir got ew ê hem pereyan û hem jî çek, dûrbînên termal ji wan re bişîne.''
'ME QINCÊN QSD'YIYAN LI XWE KIRIN Û ME CUMA EVDILE REVAND'
Hadî wiha domand: ''Em 5 kes çûn û me Cuma Evdile revand. Ji bo ku em rehet bin û kes gumanê ji me nebe, me kincên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li xwe kirine û me Cuma Evdile revand. Rojekê me li gel xwe hişt, piştre têcirekî dî xwe gihande Elî Sİlim, got, Cuma Evdile berdin û wî deyn kiriye bara xwe''. Got Elî Silim Cuma Evdile bi ber 200 hezar dolarî de berdaye û 40 hezar dolar jê dane wî.
'EBÛ NASIR BI MÎT'Ê RE DIXEBITE'
Piştî lixwemikurhatinên Hadî çeteyekî bi navê Beşar Evdilrezq El Mehmûd jî hate girtin, ji qadên ''Mertala Firatê'' teqemenî û çek dianî. Mehmûd ku her wiha li Rihayê dimîne, , xizmê Nasir e, got, ew êmin e ku Nasir bi MÎT'ê re dixebite.
BI TANKÊRA PETROLÊ SEWQIYATA TEQEMENIYÊ
Çeteyê bi navê Mehmûd got, ''Nasir xwe gihand min, xwest ku wan teqemeniyan ji Babê bistînim û bibim Reqayê. Nasir birayê zavayê min e û li Rihayê dimîne. Min wiha nas kir. Ez dizanim ku bi îstîxbara Tirk re dixebite. Tankêra min a petrolÊ heye. Dema ku min birî Babê nimroya kesekî da min. Min xwe gihande wî û çek ji wî standin anîn Reqayê.''
'NASIR Û ELÎ SILIM BI ÎSTÎXBARATA TIRK RE DIXEBITIN'
Çete Mehmûd got ji bo her neqlê 600 dolar standiye, navê Elî Silim ê ku di nav çeteyên dewleta Tirk de dimîne, da û got, ''Nasir beriya niha li Reqayê di nav Artêşa Azad de bû. Piştre hate gotin ji bo şixûl çûye Tirkiyê. Di ser Idlibê re çû Tirkiyê. Ez êmin im ku bi îstîxbarata Tirk re dixebite. Ji ber ku ew mayin ên Tirk bûn. Elî Salim tê naskirin ku bi dewleta Tirk re dixebite. Navê rastî yê Nasir jî Eû Îsa Itelc e.''
Li ser mikurhatinên Hadî û Mehmûd operasyon berfireh bû, bi dehan endamên çete, çek û cebilxane ji hêla YPG'ê ve û QSD'ê ve hatin bidestxistin.
Sibe: Li xwe mikur hatin; MÎT û DAÎŞ ji bo ku gelan li hev sor bikin, suîkast dane kirin.