Îstîxbarata Tirk li Efrînê 3 kes revand

Serwîsên îstîxbara dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsa Efrînê 3 kes revand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine stendin istîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roja çarşemê 3 welatî ji gundên Qujîma Qurbê yên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çavkanî diyar kir ku navên kesên hatine revandin wiha ye: Ferhad Mihemed (50) ji gundê Qujîma ye û Henan Mihemed Mûsa (57) û kurê wî Beşar Henan Mûsa (25) jî ji gundê Qurbê ne.

Li gorî çavkaniyê, istîxbaratê ew kesên revandî birin navenda xwe ya li bajarê Efrîna dagirkirî.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan heta dawiya 2021’an dewltea Tirk li Efrînê 4700 kesên sivîl qetil kiriye, herî kêm 8500 kes jî revandiye. Aqûbeta kesên hatine revandin jî ne diyar e. Hate diyarkirin di heman demê de tecawizî 70 jinan hatiye kirin û ji sala 2018’an û vir ve herî kêm 300 hezar kesên ji Efrînê ji axa xwe hatine koçberkirin.