Îsraîlê li Şamê bombe li depoyeke çekan barand

Hat ragihandin ku Îsraîlê roja Yekşemê di saetên zû yên siharê de li herêma Şamê depoya çekan jî di nav de, bombe li du nuqteyan barand. Di êrîşê de leşkerek birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Îsraîlê herî kêm du navend li Şamê bombebaran kiriye. Yek jê barekî çekan di baregeheke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de ku Hizbullahê Lubnanî bi kar tîne û ya din li nêzî tugeya endezeyê ku di navbera Yebrûd û Nebkê li çiyayê Qelemûn ê gundewarê Şamê de ne. 

Li gorî SOHR’ê di encamê de teqînên mezin çêbûn û ji cihekî duman rabû. 

SOHR’ê da zanîn ku ji destpêka salê ve 24 car in Îsraîlê êrîşî Sûriyeyê kiriye, jê 16 êrîşên hewayî ne û 8 jî bejahî ne. Di encamê de 46 depoyên çekan, baregeh, navend û wesayît hatine wêrankirin.

Her wiha li gorî SOHR’ê di wan êrîşan de jî 43 leşker hatin kuştin û 21 din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê Sana’yê di êrîşê de leşkerek birîndar bûye, “windahiyên madî” çêbûye û sîstema parastinê ya hewayî jî çend fuze xistine.