Îsraîlê ji hewayî ve êrîş bir ser Sûriyeyê
Hêzên hewayî yên Îsraîlê şeva Yekşemê gelek nuqteyên li derdora Şamê bombe kirin.
Hêzên hewayî yên Îsraîlê şeva Yekşemê gelek nuqteyên li derdora Şamê bombe kirin.
Çavkaniyekî ewlekariyê ji ajansa SANA'yê re axivî, ku ser bi hikumeta Şamê ve ye û diyar kir ku êrîş bi dema herêmî saet di 23:05'an de hatiye kirin. Çavkaniyê ewlekariyê got, "Sîstema me ya parastina hewayî hin fuze xist xwarê, lê yên din heta astekê xisara madî li herêmê kirin."
Îsraîl li ser operasyonên xwe yên li Sûriyeyê kêm caran daxuyaniyan dide.
Êrîşên dawî jî bi destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve zêde bûne.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), êrîşên şeva Yekşemê li hemberî 'çeperên Hîzbûllahê' yên li nêzî balafiregeha Şamê û herêma Sayeda Zeyneb hatine kirin.
Li gorî SOHR'ê, roja Înê di êrîşa balafira bêmirov a bombebarkirî ya Îsraîlê de li başûrê Sûriyeyê sê şervanên Hîzbûllahê û Sûriyeyiyek hatin kuştin.
SOHR'ê ragihand ku di 2'ê Kanûnê de Îsraîlê li nêzî Şamê di êrîşên hewayî yên li ser çeperên Hîzbûllahê de 2 endamên Hîzbûllah a Sûriyeyî û du efserên Muxafizên Şoreşê ya Îranê hatin kuştin.