Îsraîlê êrîşî avahiyek li Şamê kir: 15 mirî

Hat ragihandin ku Îsraîlê li Şamê avahiyeke ku navenda çandê ya Îranê ye û gelek organên ewlekariyê lê ne bombe kiriye. Di encama bombebaranê de, sivîl jî di nav de herî kêm 15 kes mirin.

Êrîş li ser avahiyeke li taxa taxa Kefr Sûsa hate kirin ku herêmeke ewlekariya bilind e. Li vê taxê bi taybetî avahiyên dezgehên ewlekarî û îstixbaratê hene û berpirsên payebilind lê ne.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê diyar kir ku êrîşa hewayî saet di 00:22’an de ji aliyê herêma Golan a dagirkirî ve hatiye kirin û ragihand ku li Şam û derdora wê gelek sektor hatine hedefkirin.

Wezareta Parastinê di bîlançoya xwe ya yekem de ragihand ku di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne ku rewşa piraniya wan giran e.

Çavdêriya Sûriyê ya ji bo Mafên Mirovan dîyar kir ku, bîlanço girantir bûye û da zanîn ku 15 kes di nav de sivîl jî heyî mirine.

Li gorî Çavdêriya Sûriyê, êrîşê li dijî avahiyek nêzîkî navenda çandî ya Îranê hatiye kirin û navendên ku milîsên Îranî û Hizbullahên Lubnanî lê ne hedef hatine girtin.

Hat diyarkirin ku, ev êrîş êrîşa herî kujer a Îsraîlê ya li Şamê ye.

Li gorî ajansa Sana ya ser bi hikûmeta Şamê ve, gelek avahî zirar dîtine.