Ji yekîneyên YPS jin çalakiyên bersivdanê
Yekîneyên bersivdanê yên YPS Jin bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê li Amedê çalakî kirin.
Yekîneyên bersivdanê yên YPS Jin bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê li Amedê çalakî kirin.
Di daxuyaniya YPS JIN de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:
"Yekîneya me ya bersivdanê ya Şehîd Armanc Cemre ya YPS JIN di 8'ê Mijdara 2024'an de li taxa Yenîşehîr a navçeya Farqîn a Amedê, saet derdora 21:40'î li hemberî tasyona baz a Vodafone çalakî kir. Ji sedî 80'ê yê stasyonê îmha bû.
Yekîneya me ya bersvidanê ya Şehîd Armanc Cemre di 21'ê Mijdara 2024'an de li taxa Beş Yuz Evler a Amedê li hemberî tasyona bazê ya elektrîkê ya ser bi lojmanên dozgeriyê û dadgeriyê çalakî kir.
Yekîneya me ya bersivdanê ya Şehîd Amara Ronahî ya YPS JIN di 18'ê Mijdara 2024'an de saet di 01:30'î de li Birca Bizinê ya Amedê pankarta bi nivîsa '27'ê Mijdarê pîroz be' daliqand."