Îhab Nayif: Piştî Qeterê Dewleta Tirk xwe davêje lingên Xelîc û Misrê

Lêkolîner û pisporê pêwendiyên Navdewletî Îhab Nayif anî ziman Erdogan hewil dide pêwendiyan bi Misir û Siûdiyê re pêk bîne, lê ji ber siyasetên Erdogan ên qirêj û dagirkerî îro ev nêzîkatî ne pêkan e.

Di derbarê rûdanên dawî ên siyasî li qada Ereban û nêzîkatiyên dewleta Tirk bi Îmarat re, Ajansa Nûçeyan a Firatê hevpeyvînek bi lêkolîner û pisporê pêwendiyên Navdewletî Îhab Nayif re pêk anî

Hevpeyvîna ku bi Îhab Nayîf re hatî kirin:

Di demên dawî de nêzîkatiyek di navbera Îmarat û Tirkiyê de çêbû, ev yek jî bi rêya serdana şandeyek Îmaratî ji Tirkiyê re û di encamê de hin hevpeymanên aborî pêk hatin, tu çawa vê rewşê analiz dikî û li gor nerîna te gelo sedemên wê çi ne?

Nêzîkatiya Tirkî bi Îmarat re wê sarbûna ku bi salan domandiye di navbera herdû welatan de bişkîne, bi taybet piştî ku Erdogan yekrêziya xwe bi Qeterê re li hemberî welatên Ereb diyar kiribû, êdî di wî wextî de Îmarat ev yek weke fitneyek ji bo parçekirina rêza Ereban dît û weke vesûdanînek aborî û siyasî ji kirîzê dît.

Ev planeke Tirkiyê bû ku li ser bingeheke sûdger hatibû ava kirin, lê pîvanên wê ên aborî û îdeolojîkî hebûn, herwiha bi helwestên dewleta Tirk di derbarê Lîbiya û Rojhilata Navîn de rewş aloztir bû û gef li ewlehî û aramiya Lîbiya, Misir û hin hevalbendên dîtir ên Îmaratê hate kirin. Êdî sedema nêzîkatiyên heyî ew e ku dewleta Tirk neçar maye ji ber ku rewşa wê ya aborî her û her aloztir dibe û lîreya Tirkiyê jî ber bi mirbûnê ve diçe. 

Erdogan ti çareserî ji bilî hevkarî û pêwendiyên aborî bi Îmarat re li ber xwe nedît, êdî ev pêwendî wekî navgînekê ji siyasetên wê ên navxweyî û derveyî re ye. Jixwe Îmarat vê yekê baş dizane, lewma serdana Tirkiyê kir da ku rewşa herdû welatan nas bike an jî dibe ku ji bo pêwendiyên xwe ên hevpar ji nû ve vejîn bike û ji bo bercewendiyên herdû welatan pêk bîne. Dibe ku lihevhatinên aborî ên mezin bûn sedem ku Îmarat bi deh miliyar dolar piştgiriya Tirkiyê bike. Êdî ev yek wê pêşketineke berfireh pêk bîne. Lihevhatin ev bû ku dewleta Tirk pêwendiyên xwe bi Îxwanan re qut bike û helwestên xwe li herêmên aloz sererast bike, êdî bi vê yekê Îmarat wê piştgiriya aboriya Tirkiyê bike a ku ji ber siyasetên Erdogan ên qirêj di derbarê Misir, Îmarat, Siûdiyê û Lîbiyayê de bi paş ve çûbû, an jî piştî ku dewleta Tirk berhemên Qeterê ji binî ve gifaşt, êdî berê xwe dide Xelîc û Misir û wan wekî xilasker ji rewşa xweyî aborî re dibîne.

Medyayên Îmaratî û Tirkî behsa vesûdanînên Îmaratî li Tirkiyê kirin û herwiha piştgiriya Îmarat ji aboriya Tirkiyê re jî anîn ziman, di nerîna te de gelo Tirkiyê wê çi buhayî bide Îmarat, nemaze ku ev pêngav wê aboriya Tirkiyê çareser bike ?

Bê guman wê Tirkiyê buhayekî bide ev yek jî bi rêya sererastkirina siyasetên xwe di derbarê dewletên Ereb de û helwestên xwe ên di derbarê ewlehiya dewletên Ereb li Lîbiya û Rojhilata Navîn biguherîne.

Erdogan niha ji bo pereyan wekî belengazekî xwe ji alîkî ve davêje lingê Xelîc ji alîkî di ve xwe davêje lingê Îmarat.  Ji alîkî di ve jî xwe nêzî Misir dike û hewil dide ku Siûdiyê razî bike, lê piştî ku Welî ehdê Siûdiyê pêşwaziya wî nekir êdî careke din bi awayekî eşkere pirsgirêka Xaşiqcî derxiste holê.

Erdogan anî ziman ku di derbarê Sıûdiyê, Misir û hin dewletên din de wê pêngav in wekhev hebin, gelo wê pêwendiyên Sıûdiyê, Misrê û Tirkî ji nû ve vegerin?

Belê, wekî min anîbû ziman Erdogan behsa pêngav in wekhev kir û hewil dide ku nêzî Misir û Sûdiyê bibe, lê ev yek nayê wateya ku herdû welat wê ji Erdogan û siyasetên wî ên qirêj bawer bikin. Bi taybet ku ta niha xewnên Erdogan bi dagirbûnê heye û hê jî li ser şopa Osmanî ya qirêj dimeşe. Tevî hemî hewildanan, lê Misir û Siûdiyê jê bawer nakin ji ber kiriyarên wê ên qirêj li Misir û Siûdiyê ku ta niha ev kırıyar didomîn. Êdî li Siûdiyê wî bi her awayî xwest ku rejîma Siûdiyê têxe nav krîzeke navneteweyî û di derbarê Misrê de bi salan piştgirî da Îxwanan û çeteyan ji bo ku li dijî desthilata Misrê bisekinin û ewlehiya Lîbiya û Misrê tevlihev bike.

Hate gotin ku şert û mercên Misirê ji bo vegera pêwendiyan bi Tirkiyê re hene û yek ji van şertan ew e vekişandina dewleta Tirk ji dewletên Ereb, di nerîna te de gelo wê Tirkiyê vî şertî pêk bîne?

Wekî me berê anî ziman, Ixwan, lîbiya û dagirkirina Bakûrê Sûrî û Iraqê ji hêla Dewleta Tirk ve, ev hemî li pêşberî pêwendiyên Misir û Tirkiyê dibin astengî, tevî ku dewleta Tirk daxuyaniyên cuda cuda ji bo razîkirina Misrê eşkere kiribû, lê di rastiyê de kiriyarên Erdogan ên qirêj hê jî berdewam in, ji ber vê yekê Misir ji Tirkiyê bawer nake û pêkanîna pêwendiyan bi Misrê re pir zehmet e.