İHA’ya Tirk li Kobanê ket

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand amûra hewayî ya Tirk a bêmirov ku li ser Kobanê keşf dikir, ji ber sedema arizeyê ketiye û hatiye bidestxistin.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir artêşa Tirk li ser tevahiya sînorê Rojava hiqûqa sînor binpê dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, amûreke hewayî ya bêmirov a asêyî termalê dibe, bi arize bûye û ketiye.

YPG’ê wiha got:

‘’Artêşa Tirk a dagirker, ji destpêka Şoreşa Rojava ve, li ser tevahiya sînor, bi hewldanê tehrîkkirinê yên ku mirovên sivîl û hêzên me dike hedef û bi êrîşên çekdarî yên tacîzê tim hiqûqa sînor binpê dike.

Herî dawî êvara 6’ê Cotmehê amûreke hewayî ya bêmirov a keşfê ya artêşa Tirk a dagirker ku li ser ezmanê Kobanê digeriya (ya bi tîpa Dorne ku asêyî termalê dibe û zelal dibîne) bi arize bûye, ketiye nav qada me û hatiye bidestxistin.’’