Dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye, bi lêkirina dîwarê li nava Efrînê hem hewl dide dagirkeriya xwe mayinde bike hem jî xwezaya bajêr xera dike.
Bi vê armancê, vê dawiyê zêdeyî hezar darên zeytûnê yên li gundê Basofanê ku gundekî Êzidiyan e, qut kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê dixwaze li herêmê navendên xwe yên leşkerî ava bike.
Êzidiyên Efrînê yên li kampa Serdemê ya Şehbayê li dijî vê yekê daxuyanî dan çapemeniyê.
Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama yekîtiya Êzidiyên Efrînê Gulê Cefo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bêdengiya dinyayê hate şermezarkirin. Her wiha bang li rejîma Sûriyeyê hate kirin ku bi erkê xwe rabe û Efrînê ji kiryarên dewleta Tirk xelas bike.