Êşkence û hovîtiya DAÎŞ’ê ya li sivîlan

Mihemed Mihemed Şemsî yê ku gelek caran ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye girtin û êşkencekirin, diyar kir ku ji ber sedemên biçûk çeteyên DAÎŞ’ê gelek kes qetil kir, revandin û destavêtin wan.

Mihemed Mihemed Şemsî yê yek ji welatiyê Şehba ya ku êş û astengî ji çeteyên Daîşê dîtiye û gelek caran li gundê Dêr Hafirê hatiye girtin, êş û êşkenceyên ku DAÎŞ’ê li wan kirine, vegot.

Şemsî diyar kir ku wan gelek astengî kişandin ku piştî DAÎŞ herêmên wan dagir kirin. Şems anî ziman ku cara yekem ji ber kişandina çixareyê ew girtin û 9 rojan perwerde kirin û ev got: "Dema girtî çeteyekî DAÎŞ’î yê ji Tûnûsê pirs ji min kir bê ka çima girtiye û min jî got, ji ber min çixare vedixwar girtime. Wî çeteyî yê ku cixareyeke ya madeya hişbir li destê bû xwest ku ez bikişînim. Li ser redkirina vê biryarê, li min da û êşkence kirin. Ez bi ben ber bi jêr girê dam ku carekî din çixareyê venexwim. Bi qasî sê saetean girêdayî mam."

Mihemed Şemsî destnîşan kir ku cara duyemîn a girtina wî jî ji ber tevlî dewreyên perwerdeyê ya çeteyên DAÎŞ’ê yên li mizgeftan hatibûn vekirin nebûye pêk hatiye. Şems got: “Kesên ew perwerde biqedanda belegeyek didan wan ku bizanin ev kes perwerde bûye. Ji ber ku dixwest her kes tevlî wê perwerdeyê bibe. Li bendeke ya kontrolê dema ew belge xwestin, min jî diyar kir ku ez nexweş bûm nikaribûm tevlî bibûna, ev yek qebûl nekirin û ez dîsa girtim. Bi qasî 18 rojan girtî mam. Di dema girtîgehê her carê şêxek dihat ji bo min perwerde bikin, daxivî."

‘BI GOTINA KUFIR; SERÊ ZAROKAN DIBIRÎN’

Mihemed Şemsî bal kişand ser hovîtî û qetilkirina zarokan û ev got: "Zarokeke bi temen 12 salî anîn û serê wî birin. Piştî ku her zarokek dikuştin bi kaxezek li ser laşê wî danî ku sedemê kuştinê li ser hebûn. Digotin; ‘Ev kafir in, kufrî bûne.’ bi wê sedemê serê zarokekî 12 salî birîn."

‘LI GIRTÎGEHÊ DESTAVÊTIN ZAROKÊN KEÇ ÊN BIÇÛK’

Şemsî qala destavêtin û destdirêjiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li jinan jî kir û got: "Zindana ku ez lê bûm navê wê El Husbe bû û li kêleka wê jî zindana jinan hebû. Zarokên keç ên temenê wan biçûk digirtin û li zindanê destavêtin wan. Dema ku ev tişt me dibihîstin me ji mêrbûna xwe şerm dikir. Zarokên keç ên 12 salî destdirêjî wan dikirin."

‘LI BAZARAN ZAROKÊN KEÇ ÊN BIÇÛK DIKIRÎN Û BI WAN RE DIZEWICÎN’

Yek ji mijara din a Şemsî nirxand bazara firotina jinan bû û wiha pêde çû: "Li gundê Meskene bazara bi navê Sûq El Nexasê hebû dema şerê Kobanê keçikên Êzidî yên revandibûn li vê bazarê difirotin. Jinên li vir difortin piranî temenê wan biçûk bûn heta zarok bûn. DAÎŞ’iyên biyanî ew dikiriyan. Yên ji derveyî Sûriyeyê tevlî DAÎŞ’ê dibûn ew dikirin emîr. Carkî emîrek bi keçek 15 salî re zewicî, heman rojê 4 çeteyên din jî li gel wê keçikê zewicî."

‘DAÎŞ’Ê RÊNEDIDAN JI DERVEYÎ WAN KEÇ BI KESÊN DIN RE BIDIN ZEWICANDIN’

Mihemed Şemsî diyar kir ku gelek jinên DAÎŞ’î bi hinceta serdana malbatan diketin malên sivîlan ji bo çeteyan li zarokên keç digeriyan. Şemsî bi domdarî got: “Ew jin li nava malan li zarokên keç ên jêrî temenê 20 salî digeriyan. Ji bo wan temenê 20 salî mezin bûn. Dema zarok didîtin, ji bo DAÎŞ’iyan digotin û dihatin xwestina wan. Dema malbatan nedaban zilm û zorî li wan dikirin. Rê nedidan sivîl keçên xwe ji derveyî DAÎŞ’ê bi keseke din re bide zewicandin. Dema wiha dibûn jî dihatin ew digirtin."

‘GOTINEK DIBE KU BIBE SEDEMÊ BIRÎNA SERÎ’

Şemsî diyar kir ku li gel çeteyên DAÎŞ’ê birîna serî tiştekî ji rêzê bû û got: "Dema kesek bixwesta ji wê herêmê birevin ew digirtin û serê wan dibirîn. Li gel DAÎŞ’ê nîqaş nebû. Çi kesên baxivîban divê hay ji gotinên xwe heba, nexwe dibe gotinek bibe sedemê birîna serê wî."

BI HEZARAN KESÊN BÊ GUNEH HATIN QETILKIRIN

Mihemed Mihemd Şemsî behsa girtina xwe ya cara dawî kir û ev got: "Cara dawî ya girtina min ji ber ku min sivîl ji gund derxistin bû. Cezayê min 2 hezar dolarê emrîkî û ez birim girtîgeha Reqayê. Yên berê wan dikete zindanên Reqayê tu kesê agahî ji wan nedigirtin. Her rojê bi gotinên; ‘Îro sibe em ê serê te jêbikin’ digotin û êşkence dikirin. Me li vir xendek dikolan û dema xwarin dianîn ji bo em destekî me girêdayî yek vekirî bû ku em bikarin xwarin bixwin. Ev yek demekê wiha dewam kir. Piştî 4 mehan û şûnde dev ji min berdan."

Herî dawî Şemsî got bi hezaran kesên bê guneh bi vî rengî hatin qetilkirin û windakirin.