Êrişên li ser Şengalê li Heleb û Şehbayê hat şermezarkirin
Li Helebeê Meclîsên Giştî yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Şehbayê jî Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê şermezarkirin.
Li Helebeê Meclîsên Giştî yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Şehbayê jî Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê şermezarkirin.
Li Helebê Meclîsên Giştî yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li Şehbayê jî Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava têkildarê êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê daxuyanî dan.
HELEB
Daxuyanî bi tevlêbûna endamên meclisê û saziyên sivîl ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê endamê meclisê Azad Hisên ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahiya Kurdistanê, bi taybetî êrişên dawî yên li ser Şengalê hatin şermezarkirin. Her wiha bal hate kişandin li ser armancên dewleta Tirk ji hedefgirtina kesayetên siyasî û sivîl ên ku bi fikirê neteweya demokratîk bawer in û hate gotin: “Dewleta Tirk bi hedefgirtina Kurdan bi giştî û civaka êzidî bi taybet, dixwaze fikirê wan ê demokratîk têk bibe û hemleyên qirkirinê yên ji beriya sedên sal ve berdewam bike da ku vîna Kurdan bişkîne.”
Di daxuyaniyê de êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Şengalê hatin bi bîrxistin û wiha hate domandin: “Çeteyên DAÎŞ'ê jî êrişên qirkirinê birin ser Şengalê. Ev yek dide diyarkirin ku fikirê DAÎŞ'î û yê dewleta Tirk lihev hatine. Her duyan êrişên qirkirinê birin ser Êzidiyan. Ji ber ku dewleta Tirk di têkçûna DAÎŞ’ê ya li Şengalê de xeterî û gefan li ser projeya xwe ya millî û îxwanî dibîne.”
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hate kirin ku erkên xwe bi cih bînin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakvanan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” berz kirin.
ŞEHBA
Bi dehan endamên saziyan, yekîtiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn.
çalakgeran alên Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava, wêneyên têkoşerên Êzidî Mam Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî, Seîd Hesen û Merwan Bedel yên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne, vekirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê destpêkir, piştre Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Sîdo bombebarana rejîma Tirk ya li ser Şengalê şermezar kir û got: “Ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker sûcan li dijî welatiyan pêk tîne.”
Eyşe Sîdo diyarkir piştî ku çeteyên DAÎŞ`ê di qirkirina civaka Êzidiyan de bi bin ket, Tirkiyê planên dagirkerane pêk tîne û hewl dide tola binketina DAÎŞ`ê rake, ji lew re bêserûber Şengalê bombebaran dike û rêveber û welatiyan li wir dike hedef.”
Li aliyekî din jî endama Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Henane Nasiro axivî û êrişa dagirkeriya Tirk a bi balafirên bêmirov a ji dijî wesayîta Merwan Bedel û şehîdxistina wî şermezar kir û ew êriş wekî sûcê li dijî mirovahiyê û civaka azad bi nav kir.
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Henan Sîdo jî axivî û wiha got: “Dagirkeriya Tirk hewl dide Mîsaqa Millî zindî bike, lewma rojane Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û li dijî welatiyan hovîtrîn sûcan dike. Sûcê li dijî malbata Gulo û li Şengalê jî derheqê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kirî ji wan sûcan e.”
Henan Sîdo bang li rêxistinên mirovî û hiquqî kir ku bi erka xwe ya mirovî rabin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û civaka Êzidî bi taybet bi dawî bikin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û “Na ji sûcên dagirkeriya Tirk re” bi dawî bû.