Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrîn û Şehbayê didomin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrîn û herêma Şehbayê, duh bi şev bi tank û topan dewam kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrîn û herêma Şehbayê, duh bi şev bi tank û topan dewam kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete êrîşî deverên sivîlan yên li Efrîn û Şehbayê dikin.
Şevê din saet 23'an çeteyên dewleta Tirk bi tank û topên obusê êrîşî gundên Merenaz û Vîlla Qadî yên girêdayî navçeya Şera kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan. Heman demê, komên çete bi doçka û çekên giran êrişî gundên Merenazê kirin.
Li aliyê Elqamiyê jî, balafirên keşfê 4 bombe avêtin derdorê.
Li derdora navçeya Şêtawa jî, çeteyên dewleta Tirk, gelek topên hawanê avêtin gundên Bircikê Silêman û Girê Barîn..
Li dijî girê Şehîd Zîlan ê li navçeya Cinderesê jî, êrîşa bi çekên giran pêk hat.
Êrîşa çeteyên dewleta Tirk li dijî gundewarên herêma Şehbayê jî zêde bû. Şevê din komên çete gundên Til Medîq, Hirbil û bajarokê Şêx Îsa topbaran kirin.