Êrişa li ser Kobanê: Hejmara şehîdan bû 6

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser Kobanê, hejmara şehîdan bû 6.

Dewleta Tirk a dagirker 25'ê Kanûna 2021'ê bi balafiran bombe li maleke sivîl a li Kobanê barandibû û di encamê de 3 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan şehîd ketibûn, 4 jî birîndar bûbûn.

Endamê tevgerê Mesûd Îbrahîm ku di êrişê de birîndar bûbû li nexweşxaneyeke Minbicê dihat dermankirin. Tevî hemû hewldanan jî Mesûd Îbrahîm doh bi şev şehîd bû. Bi vê yekê hejmara şehîdan gihaşt 6'an.

Şehîd Mesûd Îbrahîm li gundê Ziravkê yê li başûrê Kobanê sala 1992'an ji dayîk bû.

Tê payîn ku cenazeyê şehîd Mesûd Îbrahîm sibe li Goristana Şehîd Dîcle li Kobanê were veşartin.

Navên şehîdên topbarana dewleta Tirk wiha ne: Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rocîn Ehmed Îsa, Murhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Mesûd Îbrahîm.