Êrîşa çeteyan a li ser Minbicê hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşê ya çeteyan şikandin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrîşê ya çeteyan şikandin.
Komek ji 4 çeteyan danê êvarê hewl dan êrîşî benda kontrolê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bikin. Şervanan hewldana êrîşê şikandin.
Di encamê de çeteyek hate kuştin û endamên meclîsa leşkerî ji bo girtina 3 çeteyên reviyan li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kirin.