Êrîşa çeteyan a li ser Efrînê hate şikandin
Duh bi şev, li gelek cihên ser sînorê Efrînê, di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên artêşa Tirk de şer qewimî. Şer bi çekên giran hate kirin.
Duh bi şev, li gelek cihên ser sînorê Efrînê, di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên artêşa Tirk de şer qewimî. Şer bi çekên giran hate kirin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, bi çekên doçka duh bi şev êrîşî gundên Merenaz, Baflon û Vîlla Qadî yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê jî li cihên jê êrîş hate kirin, dan.
Çeteyan xwe amade kirin ku bi şev careke din êrîşî gundê Merenazê bikin. Şervanên YPG û YPJ'ê yên çete dişopandin, pêşî li vê hewldana êrîşî girtin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, duh bi şev bi roketên RBC êrîşî gundê Derbelût ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê jî top avêtin cihê êrîş jê hate kirin. Li ser encama vê topbaranê agahiyeke zelal bi dest neket.