Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din, ji sê aliyan ve êrîşî gundên Şêx Hîlal, Eyn Deqnê, Til refet, Şêx Îsa, Herbil, Semûqa, derdora Bendava Şehba, Til Medîq û Hilêsa kirin û xwestin bighêjin nuqteyên Hêzên Şoreşger. Di heman demê de, gundên navborî ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombe kirin.
Şervanên Hêzên Şoreşger jî bi tevgera êrîşê hesiyan û yekser bersiv dan. Di encama şerê giran ê navbera Hêzê Şoreşger, artêşa Tirk û çeteyên wê de rûdayî, bi temamî ji aliyê şervanan ve hate şikandin.
Piştî ku çeteyan derbeyên mezin ji Hêzên Şoreşger xwarin, di saet 04-00`an de bi çekên giran êrîşî gundê Til Cîcanê kirin, da ku gund dagir bikin. Di şerê li vir 4 saetan dewam kir de, 16 leşkerên artêşa Tirk tevî çeteyên xwe hatin kuştin.