Êrîş û dorpêçî piştî erdhejê jî nesekinî

Li gel şewb û êrîşê, di dema erdhejê de jî dorpêçiya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kir.

Ambargoya li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi alavên jiyanî û tibî dewam dike. Li gel erdhejên ku li Bazarcix û Elbistanê qewimîn û bandor li herêmê kir, ne ambargo ne jî êrîş nesekinînin.

Di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê de çar derî hene. Hin ji van deriyan vekirî ne hinek jî girtî ne. Deriyê li Tebqayê ji bo rêwiyan vekirî ye, lê ji bo karê bazirganiyê ji 20'ê Adara 2021'ê û vir ve girtî ye. Deriyê El Bû Asî yê li Tebqayê û li ser rêya Helebê tenê ji bo çûn û hatina rêwiyan vekirî ye. Tayha Ebû Kehef ê li Minbicê ji 20'ê Adara 2021'ê û vir ve girtî ye. Deriyê Salîhiye yê li Dêrazorê tenê ji bo çûn û hatina rêwiyan e, lê niha girtî ye. Di navbera Minbicê û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin de 2 derî hene. Deriyên Um Cilûd û Ewd Dadat hem ji bo karê bazirganiyê hem jî ji bo çûn û hatina rêwiyan têne bikaranîn.

Deriyê Sînor ê Sêmalka: Li ser çemê Dîcleyê ye, di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye. Piştî civîna Hewlêrê ya 2013'an ku di navbera Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurd pêk hat, ji bo birin û anîna nexweşan û karên bazirganiyê hate vekirin. Lê belê Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê yê li aliyê din ji aliyê rêveberiyê ve weke amûreke siyasî tê bikaranîn û ji bo ambargoya li ser herêmên Rêveberiya Xweser a Rojava bê girankirin, bi astengiyan timî dikeve rojevê.

El Welîd: Deriyekî sînor ê li herêma Koçerat a navçeya Dêrikê ye ku 4'ê Nîsana 2017'an di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hate vekirin. Deriyê Sînor ê El Welîd bi 35 kîlometreyî dûrî Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ye. Mîna Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê, rêveberiya Deriyê Sînor ê El Welîd jî bi ser hêzên PDK'ê ve ye. Sala 2017'an ji bo derbaskirina malzemeyên avahîdanî yên çîmento û hesin hate vekirin.

Deriyê Sînor ê Til Koçerê: Duyemîn deriyê sînor ê herî mezin e di navbera Sûriye û Iraqê de. Bi 60 kîlometreyî dûrî Dêrikê, bi 90 kîlometreyî dûrî Qamişloyê, bi 135 kîlometreyî dûrî Hesekê ye. Deriyê sînor di Cotmeha 2013'an de ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin. Ji sê deriyên din ên sînor ên li ser sînorên Urdun û Tirkiyeyê ji sala 2014'an û vir ve destûr ji bo derbaskirina alîkariyên ji Neteweyên Yekbûyî re tê dayin. Lê belê Deriyê Sînor ê Til Koçerê li vetoya Rûsya û Çînê aliqî û alîkariya jê bê derbaskirin hemû hate rawestandin.

Deriyê Sînor ê Til Ebyadê: Deriyê sînor ê navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye, ji bo karê bazirganiyê yê navbera herdu welatan tê bikaranîn. Derî ji Cotmeha 2019'an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Aliyê Tirkiyeyê jî weke Deriyê Sînor ê Akçakaleyê tê pênasekirin.

Deriyê Sînor ê Serêkaniyê: Deriyê sînor ku li bajarê Serêkaniyê yê Rojava ye û li ser sînorê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2013'an de ji bin kontrola hêzên hikumeta Şamê kete bin dagirkeriya DAÎŞ'ê. Piştre kete bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Di Cotmeha 2019'an de bi êrîşa dagirkeriyê re kete bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk. Navê vî deriyê sînor ê li aliyê Tirkiyeyê jî Ceylanpinar e.

Deriyê Sînor ê Bab Al Salam: Derî bi 5 kîlometreyan dûrî bajarê Ezazê yê Sûriyeyê ye û berê xwe li Tirkiyeyê ye. Li deriyê sînor ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ye, dawiya sala 2013'an wesayita bombebarkirî hatibû teqandin. Navê vî derî yê li aliyê Tirkiyeyê Oncupinar e.

Deriyê Sînor ê Bab Al Hawa: Li nêzî bajarokên Dana-Atarîb ên Sûriyeyê ye ku rêyên M4 û M5 lê digihêjin hev. Li ser sînorê Hatay ê Tirkiyeyê ye. Bi qaçaxçitiya çek, petrol û gazê timî di rojevê de bû.

Deriyê Sînor ê Kasb: Deriyê sînor li bajarokê Kasab ê wîlayeta Lazqiye ya Sûriyeyê ye û berê xwe li bajarê Hatayê ye. Deriyê ku sala 1986'an hate avakirin, sala 1988'an qediya û kete meriyetê. Di Adara 2014'an de kete bin dagirkeraiya Cephet El Nûsra. Piştre ji nû ve kete bin kontrola hikumeta Şamê. Navê deriyê sînor ê li aliyê Tirkiyeyê Deriyê Sînor ê Yayladagi ye.

Deriyê Sînor ê Qamişloyê: Deriyê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ye, demeke dirêj yek ji deriyên herî girîng ên bazirganiyê yên navbera herdu welatan bû. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hate girtin. Navê vî deriyê sînor ê li aliyê Tirkiyeyê jî weke Nusaybîn tê naskirin.

Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê: Deriyê ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ye demeke dirêj deriyekî bazirganiyê yê navbera herdu welatan bû. Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Tirk ve hate girtin. Deriyekî navneteweyî nîne, lê belê ji bo derbasbûna rêwiyan dihate bikaranîn. Navê vî deriyê sînor ê li aliyê Tirkiyeyê jî Deriyê Sînor ê Şenyûrt e.

Deriyê Sînor ê Cerablûsê: Deriyê sînor bi 125 kîlometreyan dûrî Helebê ye, ji bo mirovên li Cerablûsê tê bikaranîn. Navî vî derî yê li aliyê Tirkiyeyê jî Deriyê Sînor ê Karkamiş e.

Deriyê Sînor ê Ramthayê: Derî di navbera Sûriye û Urdunê de ye. Weke deriyê sînor ê herî kev ê Urdunê tê dîtin. Bi 6 kîlometreyan dûrî wîlayeta Deraa ya Sûriyeyê ye. Niha di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye.

Deriyê Sînor ê Nassîb: Sala 1991'an hate çêkirin û sala 1997'an kete meriyetê. Li wîlayeta Deraa ya Sûriyeyê ye, li ser sînorê Urdunê ye. Ji bo karê bazirganiyê yê navbera herdu welatan tê bikaranîn. Weke deriyê bazirganiyê yê ji bo welatên Kendavê tê bikaranîn. Di Nîsana 2015'an de kete bin dagirkeriya Ceyşul Hur û Cephet El Nûsra. Di 6'ê Tîrmeha 2018'an de careke din kete bin kontrola hêzên hikumeta Şamê. Niha di bin kontrola Şamê de ye.

Deriyê Sînor ê Kûneytra: Di 31'ê Gulana 1974'an de ji aliyê Mala Çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ve di çarçoveya peymana navbera Sûriye û Îsraîlê de hate avakirin. Li nêzî bajarokê Kûneytra yê li başûrrojavayê Sûriyeyê ye. Li herêma agirbestê ya navbera Sûriye û Îsraîlê ye.

Deriyê Sînor ê Mesnaa: Deriyekî sînor ê navneteweyî ye ku di navbera Sûriye û Lubnanê de ye. Herdu paytextan digihîne hev.

El Debbûsiye: Piştî Mesnaa duyemîn deriyê herî girîng e. Di navbera gundên El Abbûdiyye yê Lubnanê û Ed Debbûsiye yê Sûriyeyê de ye. Sala 2007'an hate çêkirin.

Deriyê Sînor ê Cûsiyye: Bi 40 kîlometreyî dûrî Hûmsê ye. Li Lubnanê bi navê El Kaa tê naskirin. Di sala 2012'an de hate girtin, di sala 2017'an de ji nû ve hate vekirin.

Deriyê Sînor ê Tel Kalak: Di sala 2009'an de hate vekirin. Li Lubnanê weke El Bûkaya tê naskirin.

Deriyê Sînor ê Tartûsê: Ev deriyê sînor di navbera El Arîda ya Lubnanê û Tartûsê de ye. Sala 1998'an hate çêkirin. Ji bo çûn û hatina rêwiyên ji bo bazirganiyê tê bikaranîn.

Deriyê Sînor ê Al Tenef: Li herêma Ebû Kemal a li wîlayeta Hûmsê ya Sûriyeyê ye. Aliyê din ê derî jî li herêma Al Walîd a Iraqê ye.

Deriyê Sînor ê Al Kaîm: Di navbera Sûriye û Iraqê de ye, ji bo çûn û hatina rêwiyan û karê bazirganiyê tê bikaranîn. Di sala 2014'an de di bin dagirkeriya DAÎŞ'ê de bû, piştre ji nû ve kete bin kontrola hikumeta Iraqê. Di 18'ê Îlona 2019'an de ji n û ve hate vekirin.

Li Idlib, Ezaz, Bab, Cerablûs, Efrîn, Girê Spî (Til Ebyad) û Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin gelek deriyên ne fermî hene ku ji bo çûn û hatina çeteyan têne bikaranîn. Her wiha di navbera Sûriye-Tirkiye, Sûriye-Lubnan, Sûriye-Iraq û Sûriye-Urdunê de rêyên trenê yên ji bo rêwiyan û bazirganiyê têne bikaranîn, hene. Ev rê zêdeyî 10 sal in ji ber şer girtî ne.

BANDOREKE NEYÎNÎ LI HERÊMÊ DIKE

Ji ber ku deriyên sînor ên li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê girtî ne, ev yek bandoreke neyînî li herêmê dike. Deriyê Sînor ê Til Koçerê bi tenê têrê dike bê bandoreke di kîjan astê de ya neyînî li herêmê dike.

BANDORÊ LI MILYONEK PENABERÊN LI KAMPAN DIKE

Li Herêma Cizîrê 6, li Herêma Efrînê 5 û li Herêma Firatê jî 6 bi giştî 17 kamp li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene ku malbatên DAÎŞ'iyan jî lê ne.

Herêma Cizîrê: Li kampên Hol û Roj 58 hezar û 762, li kampên Serêkaniyê, Erîşa, Waşokanî û Newrozê 48 hezar û 331 kes dimînin.

Herêma Efrînê: Li kampên Berxwedan, Şehba, Efrîn, Veger û Serdemê 7 hezar û 243 kes dimînin. Her wiha li kampên li Şehbayê zêdeyî 3 hezar mexdûrên erdhejê ji Helebê koçî vê herêmê kirin û lê bi cih bûn.

Herêma Firatê: Li kampên Til Semîn, Mehmûdlî, Tewahîna, Minbic (nû), Minbic (kevn), Ebû Xeşebê 33 hezar û 820 kes dimînin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî milyonek mirov koçber û penaber in. Li herêmê tevî ku nêzî 100 saziyên alîkariyê yên navneteweyî hene, alîkariyeke kêm bi koçber û penaberan re tê kirin.

AMBARGOYÊ HER TIM DEWAM KIR

Dewleta Tirk ku ji sala 2012'an û vir ve bi rengekî girtî û eşkere êrîş kir, li gel erdhejê jî navber neda êrîşên hewayî û bejahî yên li ser herêmê. Ji 6'ê Sibatê roja qewimîna erdhejê û vir ve 400 carî balafirên keşfê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate gerandin, 21 caran bi balafirên şer, 3 caran bi obus, 7 caran bi hawan, 25 caran bi doçka, 3 caran bi BKC û carekê jî bi B7 êrîş li herêmê hate kirin. Di êrîşekê de ku bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî li Kobanê hate kirin, şervanekî QSD'ê şehîd bû. Her wiha li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê 22'ê Sibatê bombe li wesayitekê hate barandin.