Êrîş li balafirgeheke Sûriyeyê hate kirin

Li dijî baregeha T-4 a li Sûiyeyê êrîşeke hewayî hate kirin. Rayedarên Şamê gotin, Îsraîl ji êrîşê berpirsyar e.

Li gorî ajansa nûçeyan a rejîma Sûriyeyê Sana, êvara Yekşemê li dijî baregeha T-4 a li herêma Hûmsê êrîş hate kirin. Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê gotin, "Sîstema me ya parastina hewayî bersiv da êrîşeke Îsraîlê û du fuzeyên berê wan li balafiregeha T-4 bû hate xistin." Heman çavkaniyan diyar kirin ku derb li balafirekê jî hatiye xistin û balafirên din jî neçar man e ji qada hewayî ya Sûriyeyê derkevin.

Midûrê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdul Rahman ji AFP'ê re axivî û piştrast kir ku li balafirgeha T-4 û derdora wê bombe hatine barandin û dibe ku bomberdûman li dijî şervanên Îranî yên li balafirgehê hatiye kirin.

Saziyê ragihand, artêşa Sûriyeyê, hêzên Îranî û Hîzbûllah a Lubnanê jî li heman baregehê bûn.

9'ê Nîsanê jî li dijî baregeha T-4 êrîşeke bi fuzeyan hatibû kirin û 15 kes miribûn ku 7 jê Îranî bûn. Îran, Sûriye û Rûsyayê welatê Îsraîlê weke berpirsyarê êrîşê nîşan dabûn.

10'ê Sibatê Îsraîlê êrîşeke mein biribû ser Sûriyeyê û li 12 hedefan xistibû. Îsraîlê yekemcar bi awayekî fermî eşkere kiribû ku wan li hedefên Îranê xistine. Dİ dema vê êrîşê de sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê balafireke F-16 a Îsraîlê xistibû.

Artêşa Îsraîlê ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê Sûriyeyê û vir ve bombeyan li hêzên Hîzbûllahê û Îranê dibarîne. Lê belê li ser piraniya êrîşan daxuyanî nedihatin dayin. Hikumeta Îsraîlê timî dibêje ku nabe lekerên Îranê li Sûriyeyê hebin.

Îsraîl û Sûriye bi rengekî fermî di nava şer de ne. Hêzên Îsraîlê sala 1967'an beşek ji platoya Golanê ya Sûriyeyê dagir kiribûn û sala 1981'ê bi xwe ve girêdabû.