Çîrokeke Kobanê: Bi mehan şûştina kincên bixwîn...
Zozan û Hîwa dema şerê Kobanê ji Kobanê derneketin. Dema şer û piştî şer 9 mehan bi şervanên YPG-YPJ'ê re man û xizmet ji şoreşê re kirin.
Zozan û Hîwa dema şerê Kobanê ji Kobanê derneketin. Dema şer û piştî şer 9 mehan bi şervanên YPG-YPJ'ê re man û xizmet ji şoreşê re kirin.
Rûpelên teqwîmê yek bi yek hatin çirandin...
13'ê Îlona 2014'an. Kurden ku li ber çavê cîhanê nedihatin dîtin, ne tenê dîroka xwe, dîroka mirovbûnê jî bi tişta ku herî baş pê dizanî nivîsî: Berxwedan! Orkestra jixwe hebû senfonî jî wê demê hate nivîsîn. Navê xwe Kobanê bû. Kobanê, bû mîlada ispatkirina hebûna xwe. Kobanê ku bi dehan çîrokên wê yên nivîskî hene, bi hezaran çîrokên wê yên nenivîsandî jî hene.
Çîroka du xwîşkan ên Hêlincê jî yek ji wan e. Zozan û Hîwa dema şerê Kobanê qet ji Kobanê dernektin. Dema şer û piştî şer 9 mehan bi hêzên çekdar ên YPG-YPJ'ê re man û xizmet ji şoreşê re kirin. Bi mehan kincên bixwîn ên birîndar û şehîdan şûştin, li seqama çolê bi avên qerisî xwîna li ser kincan paqij kirin. Di bin êrîşên suîkastê yên çeteyên DAÎŞ'ê de kin raxistin, ziwa kirin, şervanên din şandin eniyê. Bi şanazî û dilxwaziyeke zêde karê xwe kirin. Şev û rojên wan tevlîhev bûn. Pir westiyan, bi sedan şehîd dîtin û ew qas birîndar. Lê lala nebûn, hêrsa wan zêde bû. Û di nava şer de du xwîşkan ev soz dan: Yek ji me şehîd bibe ya dî wê qet venegere! Wê tevlî nav şervanan bibe!
ZOZAN BEHSÊ DIKE BÊ KA ÇAWA ŞOREŞGER NAS KIRINE
Dema şerê Kobanê dest pê kirî Zozan Mihemed Elî 25, Hîwa Mihemed Elî 29 salî bû. Lê hê 12 salî dest bi şerê jiyanê kiribûn. Dê û bavê wan miribûn, 5 xwîşkan xwe li hev girtibûn. Siûda wan a herî mezin bûn, ku wan bi gotina 'heval' behsa wan dikin, ew şoreşgerên ku nava çavê wan dikeniya. Zozan dibêje hê dê û bavê wan sax diçûn û dihatin lê 'aqilê wan nedistand' dema ku behsa wan rojan dikir. Piştî ku tê û bavê wan dimirin bi salan şoreşgerên Kurd nas kirine û bi wan re xebitîne. Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, dema ku hêzên rejîmê ji herêma Kurdan vedkişiyan Zozan û Hîwa perwerdehiya xwe ya xweparastinê temam kirine, weke pêşengan dest bi xebatên Meclîsa Gel kirine. Zozan dibêje, ''Wê demê me 40 jiîn perwerdehiya leşkerî dît'', bi kelecanî behsa wan rojan dike.
Dema ku şerê Kobanê dest pê kirî 3 xwîşkên wan ji bo ku zewicî bûn û xwedî zarok bûn ji Kobanê çûbûne Bakur. Zozan û Hîwa soz didin hev ku ji Kobanê dernekevin. Li gundê Hêlincê tenê ew dimînin. Zozan wiha behsa wan rojan dike: ''Her kes çû. Ez û xwîşka xwe tenê li gundê Hêlincê man. Me ji hevalan re got em tenê mane û xwestin werin cem me. Êvarî hatin û li cem me man. Me jî çek ji wan xwest da ku em şer bikin. Wan gote me biçin bajêr, cem wan û li gorî hewcehiyan rêxistiniyê bikin.''
Di şer de yek ji peywira girîng eniya paş e. Zozan û Hîwa xwarin çêdikirin, bi kar birîndaran ve dibeziyan.
Zozan dibêje, ''Karê me yê pêşî ew bû ku em xwarinê ji bo gel çêkin ku li ser sînor bû. Ez û heval Dîlan me karê xwarinê dikir. Dema ku şer giran bû ji bo hemû eniyan me xwarin çêkir. Ez û xwîşka xwe tim li cem hev bûn. Piştre dema ku birîndar çêbûn me ji bo wan jî xwarin çêkir. Me birinc, savar, dolme çêdikirin. Dema ku şer giran bû bi qasî du mehan zêde xwarina me nebû. Tenê birinc û savara me mabû. Şev û roj nemabûn. Bi şev me xwarin ji birîndaran re dibir. Helbet, şertên giran bûn lê dema ku me çav li şervanan dikir moralê me geş dibû. Me jî moral dide wan. Em bûbûn yek, em wiha hêvîdar dibûn.
'BI HÊSTIRÊN ÇAVAN, BI HÊRSA DILÊ XWE, MIN KINCÊN ŞEHÎD Û BIRÎNDARAN ŞÛŞTIN'
Hîwa Mihemed Elî li ser peywira xwe dibêje, ''Peywira min a li eniye ew bû ku kincên hevalên birîndar bişom, li birîndaran binerim û xwarina wan çêbikim. '' Bi çavên xwe yên bi hêstiran tije bûyî behsa wan rojan dike. Hîwa weke ku dîsa wan rojan bijî hingî wiha bi rengekî sîstematîk behsa wan rojan kir, ez ê neketim navbeynê. Ziman û vegotina wê diherike.
''Rojekê hevalan ji bo şûştina kincin anîn. Qutikek şanî me kirin û gotin ti tê nemaye. Di cih de min lê nerî, nîşan dide ku şervanek pir giranî birîndar bûye. Ji ber ku goştê canê şervan jî bi qutik ve bûbû. Min got divê kincên şervanê ku ji bo gel bedena xwe kirî bend divê mirov bide şervanekî dî. Û bi hêsirê çavan, bi hêrsa dilê xwe min ew şûşt, ziwa kir û ji şervanên eniyêre şand. Seferberî bû, ji çar parçeyên Kurdistanê gelek dihatin. Wê hewcehiya hinan pê hebûya.
Şûştina kincên birîndaran û şehîdan pir zehmet bû. Ji hêla manewî ve zor bû. Mînak ser kincên wan xwîn hebû, bikî nekî em lê difikiîn bê ka birîn giran e yan na, rewşa şervan çawa ye, şehîd bûye yan birîndar. Ji bêrîka şervanekî alaya TEV-DEM'ê derket. Ala qulomilo bûbû. Min got ez ê wê gel xwe bibim û li cihê ku em lê ne daleqînin. Heke ala wiha lê hatibe, rewşa şervan wê çawa bûya!
DIVIYA BÊHNA XWEŞ JI ŞERVANAN BIHATA...
Ji ber ku kin û lihêf pir xwîn li ser wan bû û bi herî bûn, me beriya wê bi rojekê dikirin nav avê, da ku şopa xwînê li ser wan nemîne. Zivistan bû, li aliyekî ba weke gwîzanê bû, li aliyê dî berf û baran. Ez û heval Şîlan em çûne cem teştan ku beriya bi rojekê me kinc û lihêf avêtibûn avê, kinc di bin qeşayê de xuya nedikirin. Me di cih de ew ji nav qeşayê derxistin, piştre heta ku şopa xwînê nemîne me ew şiştin. Ji bo ku bêhna xwînê neçe şervanan, lê nefikirin bê ka yên kê ne, me careke dî ew davêtin cilşoyê. Diviya bêhna xweş ji şervanên me bihata... Di serma û seqemê de me lihêf u kinc dibirin bên û radixistin.
Rojekê kincên nû hatin. Hevalan gotin divê warîlên li qada duyan werin dagirkirin. Zarokên du hevalên me jî hebûn. Ji bo suîkastan wan nexwet ku biçin. Min got, ''Heke ez şehîd bibim xwîşkeke min heye û ew jî niha li vir, li eniyê ye'', ez ê bimi. Ez çûme cem warîlan. Ez nizanim bi qernasê suîkast têne kirin. Li ber guhê min bû vîzevîz. Me xwe ditewand, xwe bi erdê ve kaş dikir û wiha dikarî avê dagirin.
'BIRÎNDARAN MORAL DIDA ME'
Dema ku me xwarin çêdikir, nexasim sibehan dema ku hevalên birîndar taştêya xwe dibirin, moralê me pir geş dibû. Hin jê lingê wan nebû, hin jê çengê wan. Carinan ji ser bên bang dikirin û pirs dikirin bê ka xwarin hazir e yan na. Carinan me firax dibirin cem wan.
Di şerê nav bajêr de herî pir giyanê hevrêtiyê li pêş bû. Ji ber ku gaz, tûp nebû. Me hemû xwarina xwe li ser êgir çêdikir. Civata hevalên birîndar jî xweş bû. Hevaleke bi navê Sîlava hebû, teqlîa hemû birîndaran dikir, bi hîqehîq dikeniyan. Dema ku birîna wan hinekî baş dibû, diçûn şeri. Dema ku ew halê wan ê bi coş, bawerî didît, min bawer nedikir ku şehîd dikevin.
SENFONÎ TEMAM BÛ, SONDA, 'KOBANÊ WÊ WERE AZADKIRIN' HATE BICIHANÎN
Meh bihurîbûn, di dest hevalan de tenê devereke biçûk mabû. Wê rojê sond xwarin, gotin, ''Kobanê wê were azadkirin.'' Bi rastî jî piştî bi demeke kurt heval Peyman hat, got, ''Mizgîniyeke min heye'', me got, ''Di vî halî de mizginiya çi?'', dema ku gotî, ''Hevalan 7 kuçe azad kirin'' eynî kêliyê em hem kêfxweş bûn û hem jî xemgîn bûn. Bikî nekî şehîd têne bîra mirovan, mirov dibêje, xwezî wan jî bidîta.
Piştî wê rojê ên me roj bi roj bi pêş ve çûn. Êdî gihaştibûn Kaniya Kurdan. Me kinc dişûştin, heval hate û got, ''Navenda Kobanê azad bû'', em rûniştin û giriyan.
'ME EW QAS ŞEHÎD DAN, MAL XEMA KÊ YE'
Piştre li Hêlincê gotin mala me teqandine. Ew qas heval şehîd bûne, xema kê ye. Lê bîranîna gelek hevalan li wê malê hebû, li ber wê ketim. Piştî ku bajar azad bû, ji hevalan min tenê tiştek xwest, min got, ''em biçin şehîdgehê''. Kurê birayê min Demhat şehîd bûbû, hê êşa wî di dilê min de nûbû. Bêyî ku gora wî, şehîdên me bibînim, min nikarîbû biçûma ti deveran. Hevalan em birin şehîdgehê. Herî dawî Şehîd Demhat hate veşartin. Em demeke dirêj li ber serê wî sekinîni. Tiştên ku hewce bû me jê re bigotana, me gotinê. Ji wir em çûne gundê Hêlincê. Mala me ketibû halekî dî, gund jî. Hemû bîranînên me çeteyan rûxandibûn. Ya ku li me ketî ew bû ku em wan bîranînan bidin jiyîn û piştî wê...Jixwe demekê mala me nemabû. Piştî paqijkirinê me hevalên birîndarn bi cih kirin. Demeke dirêj li mala me man. Heta ku heval û gel vegeriyan û ew bi cih kirin em xebitîn, ji wê rojê û wir ve em dixebitin.
HEKE YEK JI ME ŞEHÎD BIBE
Min û xwîşka xwe ev soz dabû hev: Heke yek ji me şehîd bibe ya dî naçe malê! Wê tevlî nav şervanan bibe! Bi xwîşka xwe re, 6 mehan tenê şevekê em ne li cem hev bûn, wê demê jî heta sibehî raneketim. Ji zaroktiya xwe ve, di nav hemû zor û zehmetiyan de em bi hev re têkoşiyan.