Çîroka şervanên ku di nav Berxwedana Rûmetê de cih girtine

Rojava li hemberî êrîşên dagirker bûye keleheke berxwedanê. Li vî parçeyê şervan bi berxwedana xwe ya li hemberî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê navê xwe li cîhanê dane bihîstin.

Xemgîn Cûdî şervanekî YPG’ê yê ji Dirbêsiyê ye û bavê du zarokan e. Cûdî di êrîşa dewleta Tirk û komên çeteyan de birîndar bû û di şerê Serêkaniyê de gelek hevalên wî şehîd bûn. Birayê wî Mazlûm jî dema li heman bajarî şer dikir, şehîd bû. Cûdî wisa qala serboriya xwe dike, “Di sala 2011’an de ez tevlî YPG’ê bûm. Sedema min a tevlêbûna hevalên min ên şehîd bûne û felsefeya Rêber Apo bû. Bandora malbata min jî hebû. Birayê min Mazlûm jî berê li Serêkaniyê şer kiribû û piştre şehîd bûbû. Xwişkeke min jî di şerê Cezayê de birîndar bû.

Em 5 xwişk û bira ne, em her 4 bira û xwişka min, em şervan in. Di dema êrîşan de me li Serêkaniyê li ber xwe da û malbatên me jî dev ji bajêr bernedan û wan jî li ber xwe dan. Hin malbat hene ku 4 zarokên wan ji bo vê axê şehîd bûne. Em malbatên şehîdan em ê tu carî têk neçin. Em ê her dem berxwedanê ji xwe re bikin bingeh.”

Şervanên YPG’ê Xemgîn Cûdî diyar kir ku tevî xwişk û birayê xwe ew li ber xwe didin û got ku “Di vî şerî de ji xwişk û biratiyê wêdetir, rêhevaltî heye. Rêhevaltî li pêşiya her tiştî ye. Dema min dît birayê min, bi min re li ber xwe didin, ez gelekî kêfxweş bûm û ev tişt ji bo min bû serbilindî. Ji sala 2011’an û vir ve ez tevlî gelek pêngavan bûm.

Dema gel di nav aramiyê de jiya, wê carê dewleta Tirk ev aramî qebûl nekir. Dîsa DAÎŞ û komên çeteyan kom kir û berê wan da me.Berê bi veşartî çek didan çeteyan lê piştre bi eşkereyî ev tişt kir. Bi tank û topan êrîşî me kirin.”

JI BO KU XISAR NEGIHÊJE GELÊ SIVÎL XWE FEDA KIR

Xemgîn Cûdî diyar kir ku YPG her dem gel diparêze û got ku “Hevalekî me yê bi navê Dilyar gotibû ku hinek kes hatine herêmê û ew nizanin ev kes sivîl in an jî leşker in. Hevalê me ji bo ku xisar negihêje gel, xwe feda kir. Ji bo ku em şer nekin 6 saetan bi balefiran li dora me dan. 4 hevalên me çûn wî rizgar bikin, hinek ji wan şehîd bûn û hinek ji wan jî birîndar bûn.

Roja dîtir êrîşî herêmên Til Xelef, Mebrûka û Neştelê kirin. Bi balefir, tank û topan li navenda bajêr dan. Heke balefirên wan ên şer nebûya, ew ê nikaribûna bihusteke ax jî desteser nekirina. Dema êrîşî Til Xelefê hate kirin, hucreyên wan ên veşartî jî êrîşî hevalên me kirin. Dema êrîşî Til Xelef kirin, me hewl da em gelê sivîl ji wir derxînin.”

ÇEKÊN KÎMYASAL DAR JÎ DIDA HELANDIN

Xemgîn Cûdî diyar kir ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk şervanan 9 rojan li ber xwe dane û got ku “Piştî 9 rojan hejmara me kêm bûbû lê dîsa jî me biryar dabû ku em ê bajêr bernedin. Yan em ê li wir şehîd bibûna, yan jî em ê ji wir derneketina. Çekên qedexe li hemberî me didan bikaranîn. Fosfora spî jî tê de, gelek çek bi kara nîn. Me dît ku ji ber van çekan dar dihelin.

Hevalên me ji bo ku nekevin destê dijmin şehîd bûn. Dagirkeran li nexweşxaneyê dan. Bi panzêran dixwestin birîndarên me bibin, lê me birîndarên xwe rizgar kir. Hevalekî me yê bi navê Hekîm şehîd bûbû, heta êvarî hewl dan cenazeyê wî werbigirin lê me cenazeyê xwe ji wan re nehişt.

Dagirkeran Serêkaniyê kiribûn hedf. Li gorî wan heke Serêkaniyê biketa wê Amûdê, Dirbêsiyê, Qamişlo û Dêrik her der bikeve. Lê di hesabê wan de ev tişt tunebû ku ew ê zarokên vê axê vegerin. Li aliyê Ummil Kef û Qasimiyê ez di roja 24’an de birîndar bûm. Me êrîşeke mezin li wan kiribû û gelek kes ji wan kuştibû. Dema ku wan dît ew ê têk biçin, bi balefiran li me dan. Em nereviyan. Şehîd Akîf, Yilmaz û Derdo bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

EM Ê AXA XWE BISTÎNIN

Em dizanin ku em ji bo çi şer dikin. Piştî ku ez pak bibim ez ê dîsa diçim eniyê. Em sozê didin malbatên şehîdan ên li Serêkaniyê, ew ê Serêkaniyê ji dagirkeran re nemîne, em ê teqez rojekê axa xwe rizgar bikin. Em ê berê Serêkaniyê bistînin û piştre jî em ê berê xwe bidin Efrînê. Piştî evqas şehîd, em axa xwe ji dagirkeran re nahêlin.”