Çîroka hevalê Çiya û hevala Sozdar

Hevalê Çiya stranek ji me re got û xwest, eger şehîd bibe vê biweşîne. Ez jî soza ku min daye heval Çiya bi cih tînim.

Li Rojhilata Navîn ku ev 6 sal in di nava tarîtiya faşîzma DAIŞ'ê de dinale, bi Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya YPG û YPJ'ê, çeteyên DAIŞ'ê roj bi roj tên têkbirin. Û êdî roj li gelên Rojhilata Navîn hiltê. Yên ku di vê sedsala mîlyenûmê de tarîtiya DAIŞ'ê ya li ser mirovahiyê ferz kiriye ronî dikin, ji dil in û xwedî bawerî ne. Dema şer dikin jî bi lehengî şer dikin. Gava dikeve hembêza axê jî, dizanin ku ronahî li pey xwe hiştine, lewma dil aram in. Çîroka bi hezaran şehîdan mîna heval Çiya Agir û heval Sozdar Bawer, ewrên reş û tarî yên li ser Reqayê belav dike.

MIN LI CIHÊ HERÎ BI COŞ EW NAS KIR

Li navenda koordîneya koma êrîşê, li nuqteyeke nêzî navenda bajêr, dema ku roj diçû ava min heval Sozdar nas kir. Ev der nuqteya herî bi coş a Reqayê ye, cihê ku herî zêde rû li ken e, govend tê gerandin û bi dengekî bilind li muzîkê tê guhdarîkirin. Dengê ajotina fîşekê li ber lûleyê û muzîka govendê tevlîhev dibe. Li vê derê, şervanên hev nas dikin ya jî hev nas nakin, hev hembêz dikin, rûyê wan her li ken e. Min heval Sozdar li vir nas kiribû.

KEZIYÊN WÊ YÊN DIRÊJ HEBÛN KU HATIBÛN HÛNANDIN

Porê wê yê dirêj ê hatiye hûnandin, mîna sembola şervanên YPJ'ê bû. Min bi dehan caran wêneyên hevala Sozdar kişand. Min soz da wê ku ez ê çend heban ji nava van wêneyan bineqînim û biweşînim. Û niha jî soza xwe bi cih tînim. Ji bo hêjayî wê bibim, ji bo xurtkirina hevrêtiya pê re, ez wan wêneyên ku wê bi xwe digot, 'Ji bo înternetê ew sûret baş in' diweşînim, wan wêneyên ku keziyên wê yên dirêj lê xuya dikin.

Her ku ew dihat nuqteya amadekariyê, hevalên wê li dora wê diciviyan û bi rûkenî dest bi sohbetê dikirin. Berî dest bi êrîşê bikin jî yek bi yek hevalên xwe hembêz dikir û bi vî rengî bi rê diket.

Hevala Sozdar, bi taybetî di karê min ê têkildarî şervanên YPJ'ê de ji min re timî dibû alîkar. Li kîjan çepera Reqayê em li hev rast dihat, bi milê min digirt, dibir cem YPJ'yiyan û dixwest ku ez wêneyên wan bikişînim.

AGAHIYA KU JI CÎHAZA DOKTOR HAT

Çend roj berê, danê nîvro li Reqayê gelekî germ bû. Agahiya li ser şehadeta hevala Sozdar hê nehatibû nuqteya alîkariya destpêkê, min ji cîhaza doktor bihîst. Piştî çend deqeyan bi dehan şervanên YPJ'ê li wê derê li hev civiyabûn. Wê rojê min cara ewilî dît ku şervaneke jin digirî.

MIN ZANÎBÛ WÊ XEWNÊ JÎ LI ÇETEYAN BIHERIMÎNIN

Dilê min şewitî bû, hemûyan hev hembêz dikirin û bi bêdengî rondik dibarandin.. Ji bo kêliyekê reşbînî kete dilê min, xwezî di qirika min de ma. Şervanên wêrek û herî bedew ên cîhanê, ku hê duh govend digerandin, niha bi şehadeta hevala xwe rondikan dibarînin. Ya ku ev reşbînî ji nava dilê min derxist jî ew bû, ku min zanîbûn ev şervanên YPJ'ê wê êvarê bi ser çeperên DAIŞ'ê ve biçin û xewnê jî li wan biherimînin. Ji xwe welê jî bû. Hevralên hevala Sozdar di şeva heman rojê de DAIŞ'î li cihê lê bûn îmha kirin. Hevala Sozdar bi rengekî ku hêjayî têkoşîna wê bû, li çeperên Reqayê hate oxirkirin.

Û ez ê hevala Sozdar bi wan keziyên wê yên bedew, bi wan destên wê yên alîkariyê û kenê wê yê ji dil ti carî ji bîr nekim, nehêlim bê jibîrkirin.

YÊ KU HERÎ ZÊDE DIXEBITÎ, ŞER DIKIR; HERÎ ZÊDE BÊ XEW DIMA

Li eniya Reqayê roja min a destpêkê, çepera destpêkê bû. Roja ku di jiyana min de xwedî cihekî taybet e... Ji eniyên derve min anîn nuqteyeke ku şer lê diqewimî. Ji pêlikên bê dawî yên avahiyeke bilind derbas dibûm. Li qatê jorê yê avahiyê, 6-7 şervanan bêhn vedidan. Yekî ji wan, bi cîhaz û tableta di destan de zû bi zû li ser tiştekî daxivî. Min bi hevalê min ê ji çapemeniya YPG'ê dît.

GAV BI GAV LI NAVA ÇEPERAN DIGERIYA

Ji roja destpêkê heta roja şehadetê, hevalê Çiya her tim, her roj li nava çeperan digeriya. Bi koorînasyon û organîzeya komên êrîşê re mijûl dibû. Em timî li hev rast dihatin. Çend hefteyan ji tîmên çapemeniyê jî berpirsyar bû. Bi erka koordînasyona çapemeniyê ya li eniya xwe jî radibû. Yek ji wan berpirsyarên eniyê bû, ku herî zêde dixebitî û kêm radiket.

ÇIYAYÊ KU BI SEKVANIYA XWE NAVDAR

Hevalê Çiya di heman demê de şer jî dikir. Car carna bi çeka bi destê wî diket, gule li çeperên DAIŞ'ê direşand. Ji xwe hevalê Çiya bi sekvaniya xwe dihate naskirin. Di bikaranîna çeka Doçka de jî gelekî baş bû. Berdida ku derê, lê dida. Bi vî rengî navdar bû.

EZ Ê DESTÛRÊ NEDIM KU TU LI VIR BIMIRE

Rojekê ez ketibûm nuqteyeke eniya pêş, ku Şehîd Demhat (Roberd Grodt) jî lê bû. Hevalê Çiya ku min ew ji kumê wî nas kir, li wir bû. Gotibû, 'Tu dîsa hat eniya pêş. Parastina we berpirsyariyeke giran e, lê ez ê destûrê nedim ku tu li vir bimire'. Demeke kin em li ber hev rabûn, lê piştre me hev hembêz kir. Tevî nûçegihanê ANF'ê bi hevalê xwe yê rojnamevan em bi qasî saetekê bi wan re man. Saeteke bi têra xwe dagirtî bû. Ji me re stranek jî got û xwest, eger şehîd bibe vê stranê biweşîne.

Hevalê Çiya, ez li ser soza xwe me. Ji bo bibin hevparê têkoşîna wî, em ê bikim ku ew her tim bijî.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA