Çîçek: Piştî Reqayê wê hêza DAIŞ'ê nemîne
Fermandarê Cebhet el Ekrad Alî Çîçek got "Ji bo pêngava Reqayê ya li dijî DAIŞ'ê mirov dikare bibêje qonaxa dawîn e. Ji ber ku piştî Reqayê wê hêza DAIŞ'ê nemîne."
Fermandarê Cebhet el Ekrad Alî Çîçek got "Ji bo pêngava Reqayê ya li dijî DAIŞ'ê mirov dikare bibêje qonaxa dawîn e. Ji ber ku piştî Reqayê wê hêza DAIŞ'ê nemîne."
Cephet El Ekrad a ku bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re li herêma Babê ji bo parastina gundên Kurdan xwe ava kiribû di sala 2013'an de bû Tûgaya Cebhet El Ekrad. Cephed El Ekrad a ku li dijî DAIŞ'ê têkoşiya niha jî li Pêngava Rizgarkirina Reqayê de ye.
Fermandarê Cebhet El Ekradê, Alî Çîçek ji ANF'ê re qala têkoşîna wan a li dijî DAIŞ'ê kir.
Gelo tu dikari bi kurtasî qala avakirina rêxistina we bikî?
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re ji bo parastina gundên Kurdan ên li herêma Babê di nava Sûriyeya Azad me xwe bi rêxistin kir. Piştre ji nav Ereb û Tirkmenan jî gelek kes beşdarî nav hêzên me bûn. Di sala 2013'an de jî me xwe bi navê Tûgaya Cebhet El Ekradê birêxistin kir.
Heta niha hûn li kîjan eniyan man?
Heta niha em li gelek eniyan man. Li Meryemîn, Eqyemîn, Şêxmeqsûd û Kobanîyê em beşdarî eniyan bûn. Niha jî em di pêngava Reqayê de ne. Qada me ya esasî Efrîn e. Em ji bo pêngava Reqayê ji Efrînê hatin.
Gelo ji bo we girîngiya Reqayê çi ye?
Reqa ji bo me gelekî girîng e. Ji ber ku ew der dilê DAIŞ'ê ye û divê em Reqayê ji DAIŞ'ê paqij bikin. Ji xeynî vê jî pênc sal in DAIŞ'ê xwe li Reqayê bi cih kiribû. Gelê Reqayê ji ber DAIŞ'ê gelek êş kişand. Êdî divê em dawiyê li van êşan bînin.
Hûn bi çiqasî hêzan beşdar bûn?
Em berê tabûrek beşdar bûn. Piştre tabûreke din jî beşdar bû. Niha du tabûrên me di pêngavê de ne. Em li şeş eniyan şer dikin. Me berê ji Cezrayê dest pê kir. Du meh in em li Reqayê ne. li Melebî û Nexweşxaneya Weten cihên me hene..
Hûn berê beşdarî gelek eniyan bûne. Vê tecrubeya we bi çi awayî di pêngava Reqayê de xwe da der?
Li dijî DAIŞ'ê Cebhet El Ekradê rola xwe baş lîst. Erê me ji Cezrayê dest pê kir û em li pêngava Reqayê man. Di şerê bajaran de me li Reqayê tecrubeyeke mezin wergirt. Şerê bajêr ê Reqayê ji me re bû qadeke tecrûbeyê.
Dijwariyên di vê pêngavê de çi ne?
Mirov dikare bibêje ku pêngava Reqayê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de qonaxa dawîn e. Ji ber ku êdî wê hêza DAIŞ'ê nemîne. DAIŞ ji bo ku Reqa ji destê wê dernekeve, gelekî şer kir. Lê ji bo pêşveçûna hêzên me jî erênî bû. Carinan hevalên me heft saetan di xeleqê de diman. Carinan nan û ava hevalên me diqediya lê ligel vî tiştî jî heta dawiyê li dijî DAIŞ'ê şer dikirin. Dijwarî û astengî ji bo me dibû wesîleya geşkirina têkoşînê.
Piştî pêngava Reqayê wê hêzên we vegere Efrînê?
Piştî pêngava Reqayê em nafikirin ku vegerin Efrînê. Dêra Zor heye. Her cihê ku DAIŞ lê heye ji bo me cihê têkoşînê ye. DAIŞ li ku kera Rojava û Sûriyeyê hebe, em ê biçin wê derê. DAIŞ ne bi tenê dijminê me, yê mirovayetiyê ye. Ji ber vê jî divê her kes li dijî DAIŞ'ê têbikoşe.