Çi bi peymana li ser Îdlibê hat?

Rûsya û Tirkiyeyê li hev kiribûn ku heta 15'ê Cotmehê li Îdlibê herêma tampon ava bibe, lê tevî ku hefteyeke di ser re derbas bûne, aliyan xwe ker kirine. Rejîma Sûriyeyê jî li herêmê dest bi tetbîqata leşkerî kir.

Li gorî peymana navbera Tirkiye û Rûsyayê ku 27'ê Îlonê hate îmzekirin, komên çete yên li Îdlibê diviyabû heta 15'ê Cotmehê çekên xwe yên giran ji herêmeke 15 heta 50 kîlometreyî derxînin û xwe ji vê herêma tampon vekişînin.

Rejîma Enqereyê îdîa dike ku çeteyên wan çekên xwe yên giran vekişandine, lê belê ti çavkaniyeke serbixwe ev agahî piştrast nekiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatineg irtin, Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku beriya niha eşkere kiribû ku wê ji herêmê venişe, hîn jî li herêmê ye. Tirkiye bi berpirsyariya fermî ya van çeteyan radibe.

Tevî ku wexta hatiye diyarkirin temam bûye, hîn peyman bi cih nehatiye anîn. Lê Tirkiye û Rûsya hewl didin tabloyeke xweşbîn nîşan bidin. Ev hêzên ku bêyî daxuyaiyeke fermî ji bo herêma tampon demeke din dane xwe, vê carê wê roja 27'ê Cotmehê civîneke bilind pêk bînin.

DEM QEDIYA, CIVÎNEKE NÛ DIKIN

Civîna bilind wê 27'ê Cotmehê li Stenbolê pêk were û hate gotin, wê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tevlî bibin.

Rojeva sereke ya civîna bilind wê Îdlib be. Serokkomarê Fransayê diyar kir ku wê tevlî civîna bilind bibe, lê belê hişyarî da û got, eger li Îdlibê operasyon were kirin wê beşdarî civînê nebe. Merkel jî piştrast kir ku wê tevlî civîna bilind bibe.

DEST BI TETBÎQATA LEŞKERÎ KIR

Çend roj beriya pêkhatina civîna bilind, generalekî girîng ê artêşa Sûriyeyê hat baregeha hewayî ya Ebû Zûhûr a li rojhilatê Îdlibê. Fermandarê yekîneya bi navê Hêzên Dîcleyê general Suheyl El Hasan ferman ji artêşa Sûriyeyê girt ku li vê eniyê bi cih bibe. El Hasan tevî fermandarên din li vê eniyê dest bi lêkolînê kir. Li gorî medyaya Sûriyeyê, wezîfeya van fermandaran destpêkirina operasyonê ye ku bi peymana Tirk-Rûs hatibû rawestandin.

HTŞ'ê ragihand ku wê çekên xwe teslîm neke. Hêzên hikumeta Sûriyeyê jî zexta xwe ya li herêmê zêde kirin û li vê eniyê dest bi tetbîqatê kirin. Tê gotin balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

Çavkaniyekî leşkerî yê Sûriyeyî got, "Eger cîhadîst ji herêma ji leşkeran hatiye xalîkirin xwe venekişîne, wê rojên bê operasyon dest pê bike." Lê belê demeke diyarkirî neda.