Çeteyên li Îdlibê bi hev ketine

Li bajarê Îdlib ê Sûriyeyê çeteyên Nûsra û OSO bi hev ketine.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di navbera çeteyên El Nûsra û OSO de li Îdlibê şerekî giran diqewime.

Şer li başûrê Îdlibê diqewime û tê gotin ku El Nûsra gelek mintiqe bi dest xistiye.

Çeteyên Nûsra û OSO yên dewleta Tirk ev demeke dirêj e ji bo serweriyê şerê hev dikin.