Çeteyên dewleta Tirk li Racoyê 2 jin revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedîna yê Racoyê 2 jin revandin.

Çavkaniyek xwecihî ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê 'Polîsên Leşkerî', 'Mûhammed El Fatîh' û 'El Muntasir Bîllah' li gundê Bedîna yê navçeya Racoyê 2 jin ên ciwan revandin.

Hate ragihandin ku jinên hatine revandin Hêvîn Abdîn Xerîbo (20) û Lîna Zekeriya Îbis (22) ne.

Li gorî agahiyan, çeteyan piştî ku 2 hezar dolar fîdye standin Hêvîn Abdîn berdanh.

Her wiha hate ragihandin ku çeteyan avêtin ser gundê Mamilayê, xwestin Lîna Îbiş birevînin, Lîna ji destê çeteyan rizgar bû, lê belê li gundê Bedînayê hatiye revandin.