Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîl revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê ku navê 'polîsên leşkerî' li xwe kirine, 4 sivîl revandin ku 2 jê jin e.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê ku navê 'polîsên leşkerî' li xwe kirine, 4 sivîl revandin ku 2 jê jin e.
Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê 2 jê jin 4 sivîl ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin.
Navê sivîlên ku ji aliyê çeteyên bi navê 'polîsên leşkerî' ve hatine revandin wiha ye: Ji gundê Xalta yê Cindirêsê Rojîn Enyat, ji navçeya Cindirêsê Melet, ji gundê Korika yê navçeya Mabatayê Hozan Ezîz û Ebû Mûsa.
Nayê zanîn ku kesên hatine revandin bi ku ve birine.