Çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundên Minbîcê kirin

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundê El-Mehsenlî yê Minbîcê kirine.

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê diyar kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê El –Mehsenlî yê Minbîcê kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker îro piştî nîvro top avêtine gundê El-Mehsenlî yê ku li bakurê rojavayê Minbîcê ye û bal hate kişandin ser vî tiştî ku şervanên meclîsa leşkerî jî bersiv dane êrîşan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyan cîh û warên sivîlan kirine hedef.

Kesên li herêmê jî diyar kirin ku li gundê El-Mehsenlî xisareke maddî çêbûye.

Têkildarî encamên êrîş û şer hê tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin û li hin cihan şer didome.