Çeteyên dewleta Tirk dîsa dizî kirin
Çeteyên Emşat ên bi ser dewleta Tirk ve li gundê Xelîl ê Efrînê 5 traktor û 50 teneke zeytûnê malbatekê dizîn.
Çeteyên Emşat ên bi ser dewleta Tirk ve li gundê Xelîl ê Efrînê 5 traktor û 50 teneke zeytûnê malbatekê dizîn.
Çeteyên Emşat ên bi ser dewleta Tirk ve 50 teneke zeytûnên Emîne Hacî (80) dizîn, ku Emîne Hacî weke Emîne Çoçanê tê zanîn.
Diyar bû ku Emîne Çoçanê bi keçeke xwe re dijî û du keçên wê yên din astengdar in û zaroyên wê yên din li Efrînê dijîn.
Çeteyên Cebhet El Şamiyê û kesê bi navê Nîdal Beyanûnî 5 traktorên zarokên Emîne Çoçanê dizîne.