Çeteyên dewlet Tirk carek din gundên Efrînê bomberdûman dikin
Çeteyên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin carek din gundên Kantona Efrînê bomberdûman dikin. Her wiha gelek tankên dewleta Tirk jî li Til Malidê bi cih bûne.
Çeteyên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin carek din gundên Kantona Efrînê bomberdûman dikin. Her wiha gelek tankên dewleta Tirk jî li Til Malidê bi cih bûne.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro ji saetên danê nîvroyê ve bi çekên giran êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî Gundê Celemê yê navçeya Cindirês û Gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrewa dikin.
Li aliyê din, li gorî agahiyên ji herêma Şehbayê hatin girtin îro saet 15:30’an ji bo çeteyên li Til Malidê ji Tirkiyeyê gelek tank hatin sewqkirin.