Çeteyên DAÎŞ'ê bûne belayê serê Rojava

Hêzên QSD'ê sala 2019'an dawî li serweriya leşkerî ya çeteyên DAÎŞ'ê anîn. Lê belê çete û malbatên wan ên teslîm bûn niha bûne belayê serê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Çeteyên DAÎŞ'ê, piştî destwerdana DYE'yê ya sala 2003'an ku di encamê de dîktatoriya Saddam Huseyîn hilweşiya, derkete holê. Hate xwestin ku sala 2013'an li Sûriyeyê van çeteyan bikin 'desthilatdar'. Şervanên YPG, YPJ û QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan û li pêşiya vê belaya li ser serê mirovahiyê bûn asteng. Lê belê çeteyên DAÎŞ'ê niha jî li ser serê herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne bela.

DAÎŞ ku sala 2003'an derkete holê û sala 2013'an li Sûriyeyê çalak bû, bi bidestxistina Balafirgeha Minixê dest bi gavavêtinê kir.

Balafirgeha Minixê li sêgoşeya Ezaz, Efrîn û Helebê ye. Beriya ku çeteyên DAÎŞ'ê bi dest bixin bi salekê, ji aliyê koma bi navê OSO ve hate dagirkirin ku vê komê sala 2013'an navê xwe kir Eniya Îslamî. Çeteyên DAÎŞ'ê piştî ku Balafirgeha Minixê bi dest xistin, tevî Cephet El Nûsra û gelek komên din ên bîat jê re kirin, gelek cih dagir kirin.

ÊRIŞÊN LI SER MÛSIL, ŞENGAL Û KOBANÊ

DAÎŞ'ê ku ji gelek hêzên navneteweyî piştgiriyeke veşartî, ji dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan jî piştgiriya vekirî digirt, gav bi gav herêm bi temamî dagir kir. Çeteyên DAÎŞ'ê berê xwe da Kurdan û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwest qadên şoreşê dagir bike. Piştî van êrişên mezin li Iraqê Mûsil, Tîkrît, Til Efer û Şengal bi dest xistin. Çeteyên DAÎŞ'ê bi dagirkirina herêma Mexmûrê re xwe nêzî Hewlêrê kir û herêmên Rabîa û Zûmar jî xiste destê xwe.

Çeteyên DAÎŞ'ê li Eyn Îsayê jî Tumena artêşa Sûriyeyê bi dest xist, dest danîn ser çekan û 13'ê Îlona 2014'an êrişî Kobanê kir ku Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li vê derê dest pê kir. Armanc ji vê êrişê ew bû ku şoreşê li cihê ku lê dest pê kir bifetisînin.

Di encama berxwedaneke giran û dîrokî de 27'ê Çileya 2015'an çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hatin têkbirin. Ev yek di heman demê de bû dema destpêkirina serberjêrbûna DAÎŞ'ê.

Pêvajoya ku bi Kobanê re destpê kir, bi derxistina DAÎŞ'ê ji herêmên Girê Spî, Tebqa, Hol û Şeddadê dewam kir.

Çeteyên DAÎŞ'ê sala 2017'an ji 'paytexta Xelîfetiyê' Reqayê hatin derfxistin û tenê li Dêra Zorê man.

Sala 2019'an jî di encama têkoşîn û berxwedaneke demdirêj de çeteyên DAÎŞ'ê ji Baxozê hatin derxistin û bi vî rengî dawî li serweriya leşkerî ya DAÎŞ'ê ya li ser xakê hate anîn.

JI 46 WELATAN BI DEH HEZARAN ÇETE TESLÎM BÛN, LÊ BELÊ...

QSD, YPG û YPJ'ê bi dayina bi hezaran şehîdî dawî li serweriya xak û leşkerî ya DAÎŞ'ê anîn. Derdora 12 hezar çeteyên DAÎŞ'ê û 70 hezar hevser û zarokên wan teslîm girtin.

Hate tespîtkirin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên teslîm hatin girtin ji 46 welatan e. Hevserok û zarokên wan li kampan hatin bicihkirin.

Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtîgeh hatin amadekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir. Ji welatên ku welatiyên wan di nava DAÎŞ'ê de ne hate xwestin ku welatên xwe werbigirin û darizînin, yan jî çeteyên DAÎŞ'ê li dadgeheke navneteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî komî bêne darizandin.

Hêzên navneteweyî heta niha bersiv nedane van daxwazên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gel bêbersiv hiştina vê bangê, hin welatan çeteyên DAÎŞ'ê ji welatîbûna xwe derxistin. Ji bo karibin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne darizandin jî gavek neavêtin. Pirsgirêk ne tenê 12 hezar çeteyên dîlgirtî ne. Li gel vê yekê pirsgirêka herî mezin jî 70 hezar hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê ne.

Hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê li du kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne hiştin. Yek ji van kampan jî Kampa Holê ye. Hejmara yên li vê kampê ne der dora 60 hezar kesî ye. Ya din jî Kampa Rojê ya li aliyê Dêrikê ye. Li vê kampê jî der dora 2 hezar hevser û zarokên çeteyan hene. Ev kamp veguherîne mîna bombeyeke li ber teqînê.

DI SALÊN 2018-2019'AN DE JIN Û ZAROKÊN ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê YÊN RADESTÎ WELATAN HATIN KIRIN

Li gel gelek bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hejmara hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên ji aliyê welatan ve teslîm hatin girtin, ne ji sedî 2 ê hejmara giştî ye.

Hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên di salên 2018 û 2019'an de radestî welatan hatin kirin wiha ne:

Komara Giravên Trinidadê, 2 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Awûstralyayê, 8 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Rûsyayê, 8 zarok.

Ji aliyê QSD'ê ve di 12'ê Mijdara 2017'an de 29 zarok û 13 jin hatin radestkirin.

2 zarok û jinek radestî YNK'ê hatin kirin.

Jinek radestî Civaka Katolîk a Ermenî ya herêma Cizîr û Firatê hate kirin.

Ji Nûnertiya Karên Derve ya Danîmarkayê 2 zarok hatin radestkirin.

Nûnertiya Karên Derve ya Swêdê, 7 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya DYE'yê, 6 zarok û 5 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Ozbekistanê 88 zarok û 60 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Nîjeryayê, 3 zarok.

Xaça Sor a Îtalyayê û Heyva Sor a Sûriyeyê, zarokek.

Nûnertiya Hikumeta Sûdanê ya li Şamê, 6 zarok û jinek.

Nûnertiya Têkiliyên Derve ya Norwêcê, 5 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Elmanyayê, 7 zarok û jinek.

Nûnertiya Karên Derve ya Îngilistanê, 3 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Awûstûryayê, 2 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Belçîkayê, 6 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Hollandayê, 2 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Kazakistanê, 101 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Fînlandiyayê, 2 zarok.

Di salên 2018 û 2019'an de bi giştî 183 jin û 206 zarok radestî welatan hatin kirin.

JIN Û ZAROKÊN SALA 2020'Î HATIN RADESTKIRIN

Li gel bangên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara jin û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2020'î hatin radestkirin ji yên sala 2019'an kêmtir bûn.

Jin û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2020'î hatin radestkirin wiha ne:

Norwêc, 2 zarok û jinek.

Dîwana Rêveber a Kurdistan a Iraqê, zarokek û 2 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Rûsyayê, 35 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Fransayê, 10 zarok.

Yekîtiya Mafên Zarokan a Rûsyayê, 15 zarok.

Heyeta Sûriyeyê ya Îngilistanê, zarokek.

Kanada, zarokek.

Yekîtiya Mafên Zarokan a Rûsyayê, 27 zarok.

Nûnertiyên Arnavûtlûk, Lubnan, Sûriye û Urdunê, 3 zarok û jinek.

Yekîtiya Mafên Zarokan a Rûsyayê, 30 zarok.

Sala 2020'î 125 zarok û tenê 4 jin ji aliyê welatan ve hatin wergirtin.

JIN Û ZAROKÊN DI SALA 2021'Ê DE HATIN TESLÎMKIRIN

Li gorî sala 2020'î di sala 2021'ê de hejmara jin û zarokên DAÎŞ'î yên ji aliyê welatan ve teslîm hatin girtin hinekî zêde bû. Hejmara jin û zarokên DAÎŞ'î yên sala 2021'ê teslîm hatin wergirtin wiha ye:

Nûnertiya Karên Derve ya Ozbekistanê, 68 zarok û 24 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Rûsyayê, 34 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Rûsyayê, 20 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Kanadayê, 2 zarok.

Fransa, 7 zarok.

Hollanda, 3 zarok û jinek.

Ûkrayna, jinek.

Dîwana Başûrê Kurdistanê, 2 zarok û jinek.

Di 28'ê Hezîranê, 5'ê Tîrmehê û 13'ê Tîrmeha 2021'ê de bi giştî 12 zarok û 8 jin hatin radestkirin.

Nûnertiya Karên Derve ya Fînlandiyayê, 2 zarok û jinek.

Nûnertiya Karên Derve ya Belçîkayê, 10 zarok û 6 jin.

Makedonya, 9 zarok û 2 jin.

Arnavûtlûk, 14 zarok û 5 jin.

Fîlîstîn, 2 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Swêdê, 6 zarok û 3 jin.

Di 20'ê Îlona 2021'ê de 8 zarok û 3 jin hatin radestkirin.

Nûnertiya Karên Derve ya Elmanyayê, 23 zarok û 8 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Danîmarkayê, 14 zarok û 3 jin.

Nûnertiya Karên Derve ya Îngilistanê 3 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Fransayê, 7 zarok.

Nûnertiya Karên Derve ya Norwêcê, zarokek.

Nûnertiya Karên Derve ya Swîsreyê, 2 zarok.

10 zarok û jinên Êzidî di 4'ê Adara 2021'ê de hatin radestkirin.

Bi giştî 249 zarok û 66 jinên DAÎŞ'î radestî welatên xwe hatin kirin.